QSD: Tebqa û Bendava Firatê bi temamî ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin 2017-05-10 19:51:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku wan bi temamî Tebqa û Bendava Firatê ji DAIŞ'ê rizgar kirine. Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat, îşarte pê kir ku di roja 50'emîn a operasyona li hemberî Tebqa û Bendava Firatê de, wan bajar û bendavê bi temamî ji DAIŞ'ê paqij kiriye. QSD, diyar kir ku wan li herêmê dest bi xebatên arav û taravkirinê kiriye.