Qeyûm pirtûkxaneya otobêsî jî girt 2017-05-11 09:08:57 WAN - Qeyûmê tayînî şaredariya Payizava hat kirin, pirtûkxaneya Helbestvan Niyazi Sonmez a seyar girt. Şaredariya Payîzavayê ya Wanê ya DBP'î otobêsa gel a ku bûbû xurde, veguherandibû pirtûkxaneyê û navê Pirtûkxaneya Helbestvan Niyazi Sonmez lê kiribû. Qeymeqemê Payîzavayê Osman Dogramaci yê ku wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, pêşî navê Niyazi Sonmez guherand û paşê jî bi hinceta ku "Propagandaya rêxistinê" tê kirin, pirtûkxane girt. Li vê pirtûkxaneyê ji berhemên klasîk ên cîhanê bigire heta berhemên kurdî yên edebî gelek berhem hebûn û payîzavayî eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkxaneyê didan. Li ser pirtûkxaneyê ji wêjeya cîhanê û ya kurdî wêneyên helbetsvan û nivîskarên wek Pablo Nerûda, Ehmedê Xanî, Musa Anter, Cegerxwîn, Nazim Hikmet û wêneyên zarokan ên ku bi boyaxan hatibûn çêkirin hebûn. Her wiha qeyûm bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" kirine giliyê kesên ku pirtûkxane vekirine kiribû. Kurê Niyazi Sonmez, Ali Sonmez bertek nîşanî girtina pirtûkxaneyê da û bi bîr xist ku, li ser pêşniyara gelê Payîzavayê navê bavê wî li pirtûkxaneyê hatiye kirin û wiha axivî: "Gelê Payîzavayê ji bavê min hez dikir. Qeyûm bi endîşeya ku ew ê çawa xwe li ber dilê îktîdarê xweş bike, pirtûkxaneya ku navê bavê min lê hat kirin girt. Mixabin pirtûkxaneya bi navê bavê min wek unsûra sûcî hatiye hesibandin. Ev bûyer jî nîşan dide ku, ka çi qasî tengijîne. Hesabê ku ew ê çawa gel biçewisînin dikin." ‘ÊRÎŞÎ NIRXÊN GEL DIKIN' Sonmez ê ku li Serokatiya Daîreya Xizmetên Destekê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitî û di meha Sibatê de bi hinceta "Lêpirsîna ewlehiyê" ji peywirê hat dûrxistin wiha got: "Vîna me bin pê kirin û qeyûm tayîn kirin. Di bin navê vîna netewî de gel tune dihesibînin. Niha jî êrîşî nirxên gel dikin." Sonmez, bi bîr xist ku di Kovara Zarokê, Kovara Pîneyê û Rojnameya Azadiya Welat de nivîsên bavê wî hene û wiha axivî: "Min xwedîtiye nedîtiye bavê min her tim xwendiye, nivîsandiye û di oxira gelê xwe de bû. Dema qeyûm hat, her hal ji navê bavê min tirsiyaye ku navê bavê min rakiriye."