Parêzer Nevroz Uysal: Mirin, bi parastina rewa nayên ravekirin 2017-05-11 09:10:17 ŞIRNEX - Parêzer Nevroz Uysal, biryara neşopandina giliyên der barê kesên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin û kuştin de nirxand û wiha got: "Tu dibê qey armanca sereke ya lêpirsînê li ser pesendkirina endamtiya rêxistinê ya van kesan hatiye amadekirin. Mirin, bi parastina rewa nayên ravekirin." Der barê kuştina zêdeyî 150 kesên ku li Cizîra Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan de li jêrzmînan hatibûn kuştin de, li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê giliyên sûcî hatibûn kirin û heta niha ji vana der barê 31 giliyên sûcî de bi hinceta "Hincetên li gor huqûqê hene" biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzer Nevruz Uysal, biryara neşopandinê nirxand û dest nîşan kir ku, di lêpirsînên hatin vekirin de, ji dêvla dîtina kiryaran, hewldana rewakirina sûc tê kirin. ‘PERÇEYÊN HIN CENAZEYAN LI CIHÊN CUDA HATINE DÎTIN' Uysal, ragihand ku hîn jî nasnameya 35 kesên di jêrzemînan de hatine qetilkirin nehatiye tespîtkirin û got ku, piştî bidawîbûna qedexeyê dozgeriyê 244 dosyeyên lêpirsînê vekirine. Uysal balê kiaşnd ser raporên lêkolînkirina cihê bûyerê û wiha got: "Di dema weşanên zindî de agahiyên noqteyên ku jêrzemîn lê ne û di jêrzemînan de çend welatî asê mane hatin dayîn. Lê di raporên lêkolînkirina cihê bûyerê de jî, tê îdiakirin ku cenaze zaf belawela hatine dîtin. Perçeyên hin cenazeyan li cihên ji hev dûr hatine dîtin. Divê perçeyên cenazeyekî li heman navnîşanê bên dîtin." ‘ÎDIA DI DOSYEYA LÊPIRSÎNÊ DE CIH NAGIRIN' Uysal, îşaret pê kir ku di dosyeyên lêpirsînê de tenê belgeyên cihên tê îdiakirin ku peywirdarên muduriyeta polîsan cenaze lê dîtine hene û got ku, lêpirsîn bi zimanekî krîmînalî hatiye kirin. Uysal, dest nîşan kir ku şewat û texrîbata li bedena kesên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye lêkolînkirin û got ku, îdiayên der barê kîmyasalê de jî nehatine lêkolînkirin. ‘ARMANCA SEREKE; HER KESÎ WEK ENDAMÊN RÊXISTINÊ NÎŞAN BIDIN' Uysal, anî ziman ku armanca sereke ya biryara neşopandinê ew e ku, kesên hatine kuştin wek "endamên rêxistinê" nîşan bidin û wiha axivî: "Sivîlên hewl dan ji wir derkevin, zarokê 14 salî, kalê 50 salî, kesên malên wan li wir û her wiha xwendekarên ku bi mêvandarî li wir... tê îdiakirin ku hemû endamên rêxistinê ne. Yanî kesên ku pevçûne û sivîlan ji hev cuda nekirine. Kesên li wir nav bi nav dihatin zanîn. Tu dibê qey armanca sereke ya lêpirsînê li ser pesendkirina endamtiya rêxistinê ya van kesan hatiye amadekirin." ‘DELÎLÊN KU TUNE NE HATINE AFIRANDIN' Uysal, dest nîşan kir ku lêkolîna cihê bûyerê li gor qanûnan nehatiye kirin û delîl hatine tunekirin û wiha axivî: "Dewlet tim di nav heman refleksê de ye. Delîlên ku tunebûne afirandine. Qethiyen divê îfadeyên şahidên nepen esas neyên girtin. Dê van şahidên nepen çawa rûber bikin. Teşhîs wek delîla teqez nayê dîtin. Ji bo di qada navnetewî de pirsgirêkeke qanûnî xwe nede der, ser van mirinan wisa nayê girtin. Sedema ku wisa bi lez û bez biryarên devjêberdana şopandinê didin ew e ku, dosyeyan ji rojevê bixînin." ‘ÇIMA MIROVEK JÎ BI BIRÎNDARÎ NEHAT ZEVTKIRIN' Uysal, anî ziman ku ne rast e ku mirin li ser asasê "parastina rewa" bên nîşandan û der barê îbareya "hêzeke mutenasip hat bikaranîn" ya ku di biryaran de hat bikaranîn jî wiha got: "Ew şewata ku li wir derket ji ber topên hêzên ewlehiyê derket? An jê rewşên cuda hene? Çima wê şewata ku bi çavan dihat dîtin nehat tefandin? Çima dozgerî der barê van şewanatan de daxuyaniyek neda? Bi hêzeke mutenasip rê li ber darizandinê girtine. Mafê jiyanê yên mirovên li vir hemû hatiye binpêkirin. Haluûkî tekane peywira dewletê ew e ku, welatiyên xwe biparêze. Heke endamê rêxistine be jî. Divê dewlet hewl bide ku wî kesî/ê sax zevt bike. Heke hêzeke mutenasib e, ji bo çi mirovek jî sax nehat zevtkirin? Ji bo çi li ser cenazeyan şopa bi dehan guleyan heye?" Uysal, anî ziman ku tiştên li Cizîrê qewimîn perçeyekî plana sistematîk in û wiha got: "Dozgerên ku çûn cihên bûyerê, leşker û fermandarên ku ev tişt kirin ji FETO'yê hatin girtin. Divê kes kirasê FETO'yê li vê bûyerê neke." ‘JI BO KU RÊ LI BER ÎTIRAZÊ BIGIRE, DOZGER TEBLÎXATÊ JI DÊVLA PARÊZERAN JI MALBATAN RE DIŞÎNE' Uysal, anî ziman ku îtirazên wan ên ji bo biryarên neşopandinê didomin û wiha bang kir: "Hin dosyeyên ku me şandine Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Ji bo ku rê li ber îtirazê bigire, dozger biryarê ji dêvla parêzeran teblîxî malbatan dike. Divê hemû malbat wan teblîxatên gihaştina destê wan bigihînin parêzeran."