Malbat têkildarî Doza Ebexê axivî: Em dev ji dozê bernadin 2017-05-11 09:13:35 WAN - Di ser bûyera kuştina 2 PKK'iyan û xwendekarê lîseyê Îbrahim Atabay ên ku li gundê Kelê yê navçeya Ebexê hatin kuştin re 7 sal derbas bûn. Doza ku li ser îxbara leşkerekî dest pê kir, bi beraetkirina hemû bersûcan temam bû. Malbatan "Doza Ebexê" nirxandin û tiştên qewimîn wek "Komkujiyê" û pêvajoya dozê jî wek "Pêvajoyeke derhuqûqî" nirxadin. . Di 7'ê Cotmeha 2009'an de li Gundê Kelê yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê xwendekarê lîseyê Îbrahim Atabay û Sunullah Keserci (Sîpan) û Necmeddin Ahmed Hasan (Necmî Efrîn) ên HPG'yî hatibûn înfazkirin. Piştî ku leşkerek nameyeke îxbarê şand, lêpirsîn hatibû destpêkirin û der barê rayedarên leşkerî de biryara girtinê hatibû dayîn. Danişîna yekemîn a dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hatibû dîtin. Paşê bi "hinceta ewlehiyê" doz veguhastin 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Di danişîna 13'emîn a dozê de bersûcên girtî hatin tehliyekirin û paşê jî hemû bersûc beraet kirin. Fermandarê Alaya Wanê yê berê Serkan (Erkanê Herbê) Halil Îyîgun yê ku berpirsiyarê bûyerê bû salekê girtî mabû û her wiha leşkerên ku hatin girtin jî piştî 3 rojan hatibûn berdan. Malbata Atabay a ku 7 sal in li pêyî edaletê ye û parêzerên wan, anîn ziman ku ew ê şopdarê dozê bin û gotin ku, heke riyên huqûqa navxweyî bixitimin ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Kekê Îbrahîm Atabay, Sînan Atabay ê ku li cihê înfaz lê hat kirin axivî wiha got: "Ji leşkerên ku beşdarî operasyonê bûn, yek jê îfade dabû û der barê bûyerê de nameyek ji dozgeriyê re şandibû. Di nameyê de çawa bûyer qewimiye, hemû hatibû vegotin. Di nameyê de tê vegotin ku, ka Fermandarê Alaya Wanê yê berê Serkan (Erkanê Herbê) Halil Îyîgun çawa ferman daye. Dîsa şahidên bûyerê jî, bûyerê vegotin. Her wiha şahidên nepen jî vegotin. Lê li gel vê jî, darizandin bi awayekî derhuqûqî dewam kir." JI BILÎ SÛCDARAN CEZA LI HER KESÎ BIRÎN Atabay, tiştên hatin jiyîn wek "Komkujiyê" û pêvajoya dozê jî wek "Pêvajoyeke derhuqûqî" bi nav kir û wiha bertek nîşan da: "Ev sûcê hatiye kirin, sûcê mirovahiyê ye. Ji dêvla ku ceza li sûcdaran bihata birîn, li malbatê dibirin. 6 sal û nîv ceza li apê Îbrahim, Mehmet Emin Atabay birîn. Niha apê min girtiye. Ji ber bavê min Abdulgaffur Atabay jî, li vir ji bo Îbrahim goreke bîrdariyê çêkir, 6 sal ceza lê birîn. Heke cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê tesdîqkirin dê têkeve girtîgehê. Ji malbatê re dibêjin neaxivin. Hema bêje li hemû ferdên malê doz hatiye vekirin." ‘ME SOZ DAYE ÎBRAHIM EM Ê ŞOPDARÊ DOZA WÎ BIN' Atabay, dest nîşan kir ku pêvajoya dozê delîl e ku bi vê re mirinê ji bo kurdan rewa dibînin û wiha axivî: "Bi nameya leşkerê ku bû şahidê înfazê re her tişte derket holê. Lê paşê çi kirin? Van mirinan rewa kirin. Dema nû nûçeya înfazê derket, Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Beşir Atalay, Îbrahim wek HPG'iyekî 34 salî nîşan da. Heta bernavek jî lê kirin. Yê ku ev daxuyanî da wezîrek bû. Bi rastî jî daxuyaniyên bi vî rengî me diêşînin. Wek malbatê em soz didin Îbrahim. Em ê heta dawiyê şopdarê doza wî bin." Parêzer Cemal Demir jî, anî ziman ku vê înfaza bêdaraz pêşî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Ebexê ve, cidî esas nehatibû girtin û wiha axivî: "Ji destpêka bûyerê ve mîzansenek hebû. Ji ber vê mîzansenê dozger bawerî bûyerê nekir. Paşê me xwe gihand şahidên nepen. Bêyî dilê xwe be jî, dozger guhdariya wan kir. Piştî salekê nameyeke îxbarê hatibû wekîliya Serdozgeriya Komarê ya Wanê. Bi vê nameyê re pêşveçûyîna dozê guherî." ‘HEKE EM JI DADGEHÊN HERÊMÎ ENCAMEK DERNEKEVE EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN' Demir, îşaret pê kir ku gelek sazî xwestin mudaxilî doza ku li Enqereyê hat dîtin bibin, lê belê serdana tu saziyê ji bo mudaxiliyê nehat qebûlkirin û wiha got: "Di dosyeyê de delîlên teqez hene û hemû delîl jî delîlên şênber in. Îhtimala ku ji dozê mehkûmiyet derkeve zaf zêde bû. Lê belê, li gel vana hemûyan jî dadgehê hemû bersûc beraet kirin. Me ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilin da. Niha dosye li Dadgeha Bilind e. Heke Dadgeha Bilind vê biryara beraetê tesdîq bike, em ê bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. Heke em ji wê jî encamekê bi dest nexin, em ê serî li Dadgeha Bilind a Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê wek parêzeran û malbatê, heta dawî şopdarê vê dozê bin." Demir, îşaret pê kir ku di merheleya biryarê ya darizandinê de, îktîdara siyasî bi hin derdoran re ketibû nav hewldanên lihevkirinê û wiha domand: "Êdî çi nav lê tê kirin bila bê lêkirin, lê demekê li herêmê leşker û derdorek hebûn û bi awayekî kêfî sûc dikirin. Îro îktîdara siyasî bi awayekî cidî bi vê derdorê re ketiye nav hewldanên lihevkirinê. An jê di vê dosyeyê de îhtimala ku biryara beraetê derkeve pir hindik bû. Di darizandina ku didome de, fikra me ew eku dê Dadgeha Bilind jî biryareke wek a dadgehê bide. Lê çi dibe bila be, em ê şopdarê vê dozê bin." Ugur Atabay-Mahmut Ruvanas - dihaber