18 meh borîn di doza Yeşîlmen de pêşketin tune 2017-05-11 09:18:27 ŞIRNEX - Der barê dosyaya Selamet Yeşilmen a ku li Nisêbînê 18 meh berê bi guleya polîsan hat kuştin de, hîn jî gavek nehatiye avêtin. Hevserê wê Abdurrahim Yeşîlmen, anî ziman ku dê dev ji doza hevsera xwe bernede û xwest ku kujer bên dîtin. Polîsan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 15’ê Qanûna 2015’an di dema qedexeya derketina kolanan de, dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen (44) li ber deriyê mala xwe gulebaran kiribûn û kuştibûn. Zarokên wê Fikret (18) û Sevcan (9) jî birîndar bûbûn. Li gel ku 18 meh di ser bûyerê re derbas bûye û malbata Yeşîlmen gilîdar bû jî, hîn jî dosye di asta lêpirsînê de ye. Serlêdana ji bo tazmînatê ya ku parêzeran li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Mêrdînê kiriye jî, hêj bi encam nebûye. Malbata Yeşîlmen, diyar kirin ku heta niha dozgeriyê îfadeya wan negirtiye û gotin dewlet dixwaze ser dozê bigire. 'NE POLÎSEK NE JÎ BERPIRSYAREK HATIYE DARIZANDIN' Hevserê Yeşîlmen ê ku di dema qedexeyê de ji ber ku mala wî jî hat xirabkirin û pişt re koçî navçeya Hezexa Şirnexê kir, Abdurrahim Yeşîlmen dest nîşan kir ku, der barê bûyerê de tu kes hêj nehatiye darizandin. Hevser Yeşîlmen da zanîn ku wan hemû delîlên bûyerê radestî dozgeriyê kirine û dozgeriyê hêj tiştek nekiriye. Yeşîlmen diyar kir ku, tekane xwesteka wî dîtina kujerên hevsera wî ye û wiha axivî: “Hevsera min hat kuştin û keçika min û kurê min hatin birîndarkirin. Lê heya niha tiştek nehatiye kirin. Heya ku li Tirkiye riyên hiqûqê hebin, em ê doza xwe li vir berdewam bikin lê ger encamek dernekeve, wê demê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bidin" ‘JI BO DERMANKIRINA KEÇA MIN A BIRÎNDAR 15 HEZAR TL DIVÊ’ Yeşîlmen, der barê keça xwe ya ku dema dayika wê hat kuştin û ew jî birîndar bû de jî agahî dan. Yeşîlmen anî ziman ku, keça wî Sevcan çaveke xwe winda kiriye û ev tişt gotin: “Her meh em ji bo dermankirina Sevcanê diçin ser bijîşk. Keçika min hem ji ber çavê xwe, hem jî ji bo derûniya xwe her tim di bin kontrola bijîşkan de ye. Ji roja ku ev bûyer hatiye serê me heya niha min karek nekiriye. Her û her ez diçim nexweşxaneyên Stenbol û Qeyseriyê. Heya îro nêzî 70 hezar TL min mesfera nexweşxaneya kiriye û herî dawî emeliyatek a keça min Sevcan maye. Ji bo vê emeliyatê jî nezê 15 hezar TL ji min tê xwestin"