Dayikên zarokên wan girtî: Diyariya herî xweşik serbilindiya wan e 2017-05-11 11:31:54 ÎZMÎR - 14'ê Gulanê Roja Dayikan e. Di vê Roja Dayikan de bi hezaran dakiyên kurd bi awayekî ku zarokên wan girtî ne vê rojê pêşwazî dikin. Bi hezaran dayikên ku zarokên wan girtî, bi xemgîni vê rojê pêşwazî dikin. Dayika Zana Yatkin ê 11 salin girtî ye Menice Yatkin û dayika Ozkan Yaşar ê 13 salin girtî ye Hazal Yaşar, diyar kirin ku di roja dayikan de xelata zarokên an a herî xweşik sekna wan a serbilindî ye. 14'ê Gulanê Roja Dayikan e. Di roja dayikan de bi hezaran dayikên kurd zarokên wan girtî vê rojê pêşwazî dikin. Bi hezaran dayik ji zarokên xwe dûr vê rojê pêşwazî dikin. Dayikên ku zarokên wan girtî diyar kirin ku xelata zarokên wan a herî baş sekna zarokên wan a serbilind e. Dayika Ozkan Yaşar ê 13 salin girtî Hazal Yaşar û dayika Zana Yatkin ê 11 salin girtî Menice Yatkin li ser roja dayikan axivîn. 'QEDERA DAYIKAN NE EWE KU DÛRÎ ZAROKÊN XWE BIJÎN' Dayika Ozkar Yaşar ê li girtîge Şakranê ye û 13 salîn girtî ye, Hazal Yaşar, diyar kir ku xelata herî baş a zarokên wan bidin wan serbilindiya zarokên wan e. Yaşar, anî ziman ku ji bo wan tişta herî baş û xweş ewe ku ew û zarokên xwe li vî welatî di nava aştî û aramiyê de bijîn e û wiha got: "Dema kurê min Ozkan ketibû grevê her roj li ber çavê min dihiliya û kilo didan. Li Tirkiye qedera dayikan bûye ku ji zaroken xwe dûr bijîn. Lê divê ev ne qeder be û dayik ji zarokên xwe dûr nejîn. Ez bi kurê xwe serbilind im." ‘EM Û ZAROKÊN XWE DÊ JI BO ROJÊN XWEŞ TÊBIKOŞIN Yaşar, anî ziman ku kurê wê 13 salin ji bo jiyanek xweş bijî têkoşiya û hat girtin û wiha got: "Kurê min 13 salin girtî ye. Her ku diçin girtîgehê ez roja dayikan dijîm. Roja Dayikan rojek beriya hevdîtina vekiri pêk tê. Ez dê dîsa biçin girtîgehê û bi kurê xwe re hevdîtin bikim. Dê destê min maç bike. Lê dê dest ji têkoşîna xwe jî bernede. Li vî welatî bar û êşên herî giran dayik dijîn. Herî zêde dayik êşa windakirina zarokan dizanin. Tirk û kurd ferq nake. Hemû dayik heman êşê dijîn. Hemû dayik aştiyê dixwaze. Em dayik dibêjin êdî bes e. Divê dewlet êdî dest ji vê polîtîkayê berde û dayik bes hêsiran bibarinin. Em dixwazin êdî ev şer xelas bibe û dîsa li pêvajoya aştî û çareseriyê vegerin. Dayika Taybet li pêş çavê zarokên xwe hat kuştin. Dayikek ku têkoşîna aştiyê dida hat kuştin. Dayika ku xwest zarok neyên kuştin hat qetilkirin. Em dibêjin ev êdî bes e. Em vê zilmê qebûl nakin. Em dê ji bo zarokên xwe bi hevre ji bo rojên xweş têbikoşin." 'XELATA HERÎ XWEŞ TÊKOŞÎNA WAN E ' Dayika Zana Yatkin ê 11 salin girtî ye Menice Yatkın jî anî ziman ku ji bo wan xelata zarokên wan a herî xweş û baş têkoşîna zarokên wan e û wiha got: "Em hêvi dikin ku ji niha û şûnde di rojên dayikan de hemû dayik bi zarokên xwe re vê rojê pêşwazî bikin. Divê dayik ji zarokên xwe dûr nejîn. Roja Dayikan nêzîk dibe. Ji ber ku ez nexweşim ez dê nikaribim biçin kurê xwe bibînim. Ji ber ku kurekî min ê wekî Zana heye ez serbilind im. Kurê min li girtîgehê li dijî zilm û zordariya girtîgehê di ber xwe da. Ji bo min xelata herî baş a roja dayikan têkoşîna zarokên min e. Kurê min ê ketibû grevê roja wî baş dibe. Ez bi vê yekê bêtir kêfxweş dibim. Ez bawer dikim ku dê rojekê kurê min azad bibe. Wekî ku 11 salin ez dipêm ez dê bipêm ku rojekê kurê min azad bibe. Min dixwest kurê min li cem min be. Lê kurê min ne li cem min be jî ez bi têkoşîna wî serbilind im."