Îtiraza ji bo tehliyeya Akdogan ê HDP'î hate redkirin 2017-05-11 12:00:18 AMED - Doxwaza dozger a ku ji bo tehliyekirina parlamneterê HDP'ê Nîhat Akdogan ji aliyê dadgeha jor ve hate redkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê di 7'ê mijdara 2016'an de hatibû girtin û di 26'ê Nîsanê de ji aliyê 4'emîn Dadgeha CEzaya Giran a Amedê hatibû tehliyekirin. Îtiraza dozger a ji bo tehliyeya Akdogan ji aliyê dadgeha jor ve hate redkirin. Dozgerê komarê bi îdiaya wesfê sûc, delîlên heyî xwestibû Akdogan bê girtin. 5'emîn dadgeha Cezeya Giran a Amedê dosya nirxand û biryar da. Dadgehê îtiraz red kir û biryara tehliyeyê di cih de dît.