Ji bo Gulmen û Ozakça heyet ava kirin 2017-05-11 16:24:26 ENQERE - Prz. Selçuk Kozagaçli ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên hatin îxrackirin û ji bo parastina maên xwe 64 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi armanca bi rayedarên dewletê re hevdîtin bikin heyetek ava kirin. Akademisyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, bi armanca mafê xwe biparêzin 64 rojin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin. Rewşa Gulmen û Ozakça yên 64 rojin di grevê dene roj bi roj xera dibe. Çalakiyên ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça li Kolana Yukselê berdewam dikin û eleqe zêde dibe. Îro jî ji bo piştgiriyê li Kolana Yukselê çalakî hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî rûniştina dozê bû. Di çalakiyê de Gulmen û Ozakça jî hatin qada daxuyaniyê. Gulmen û Ozakça bi silogan û çepikan hatin pêşwazîkirin. Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Prz. Selçuk Kozagaçli, li vir daxuyanî da û diyar kir ku wan ji bo Gulmen û Ozakça yên ketine grevê heyetek ava kirine. Kozagaçli, encama civîna ku li navenda SES'ê pêk hat û nûnerên sendîka, odeyên pîşeyî, komele, vakif, parêzer, akademîsyen û rewşenbir beşdar bûn bi raya giştî re parve kir. Kozagaçli, diyar kir ku wan ji bo Semih û Nuriye di civînê de biryar stendine û wiha got: "Nuriye û Semîh rûmeta me ne. Me dît ku wan bi berxwedana xwe mijar baş fam kirine. Me biryar da ku bi lezgîn heyetekê ava bikin û heyet bi muxatabên wekî Serokomar, Serokwezîr, Wezîrê Dadê Wezûrê Karên Hundir û Lijneya Hîndekariya Bilind re hevditin bike. Heta ku bi me re hevdîtin bike em dê israr bikin. Hewce me em dê rojê çend caran heyet kom bibin û têkevin nava hewldanan. Em dê heyetê ava bikin û bi parêzer, rewşenbir, hunermend û nûnerên saziyan re biçin bi rayedaran re hevdîtin bikin. Em dê bêjin ku Nuriye û Semih ji ber bi awayekî neheq ji kar hatine avêtin ew qas roj di ber xwe didin û têdikoşin. Em dê bêjin neheqî li wan hatiye kirin. Li ber deriyê me belatî. şer, xizanî, birçîbûn, binçavkirin û girtin heye. Em dê hemû li dijî vê yekê têbikoşin. EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku li vî welatî nêzî 150 hezar kedkarên cemaweriyê ji kar hatine durxistin û divê hemû kedkar li karê xwe vegerin û mafê wan bê dayîn. Turkdogan, da zanîn ku ew dê li gorî rol û misyona xwe û berpirsiyariya xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Ziyareta ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê bi girseyî didome.