Li Tendurekê 2 leşker mirin 2017-05-11 19:19:01 AGIRÎ - Li Çiyayê Tendurekê, di pevçûna di navbera leşker û PKK'yiyan de, 2 leşker mirin. Li Çiyayê Tendurekê yê Bazîda Agiriyê, di navbera leşkerên ku derketin operasyonê û PKK'yiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 leşker mirin. Hat hînbûn ku, li herêmê operasyon berdewam dike û her wiha 11 leşker jî birîndar bûne. Ji leşkerên birîndar ên ku rewşa wan birîndar in 2 jê sewqî Wanê hatin kirin û 9 jê jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.