Ozugurlu: Alîkariya ji bo QSD’ê, encama lihevkirina DYA û Rûsyayê ye 2017-05-12 09:08:27 ENQERE - Pisporê Sûriyeyê Musa Ozugurlu, diyar kir ku alîkariya çekan a DYA’yê ya ji bo QSD’ê, di heman demê de encama lihevkirina “Bêyî kurdan tu tişt nayê kirin” ya Rûsya û DYA’yê ye û got ku, dê Tirkiye jî mecbûr bimîne ku vê rewşê qebûl bike. Pirsgirêka kurd a ku Enqere wê çareser nake û bi ser de jî “bi bêdengkirina siyasetê, çekan dixe dewrê”, niha li qada navnetewî bi awayekî berbiçav tê nîqaşkirin. Di van mijaran de, mijara herî dertê pêş jî mijara Rojavayê ye. DYA, beriya serdana Erdogan alîkariya çekan a ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi awayekî fermî pesend kir. Ev biryara DYA’yê, teqabulî serdema hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ya bi Trump re çêkir dike . Gelek pirsên muxtelîf yên wek “Wateya vê biryarê çî ye, dê serdana Erdogan a DYA’yê û hevdîtina wî ya bi Trump re bandorê li vê biryarê bike yan na? Gelo di dayîna vê biryarê de hevkariya her du hêzên kûrewî heye yan na?” hene. Lê belê bersivên ku tên dayîn cuda ne. Rojnameger Musa Ozugurlu yê ku ji destpêkê heta niha mijara Sûriyeyê dişopîne, di vî warî de pispor e û serwerê qadê ye, dest nîşan kir ku, divê ev biyar tenê wek alîkariya çekan neyê nirxandin û got ku, tê wateya bêyî kurdan “tu geşedan çênabin”. ‘RÛSYA JÎ HAT XALA KU BÊYÎ KURDAN NABE’ Ozugurlu yê ji dihaber’ê re axivî, dest nîşan kir ku dibe ku, Rûsya jî daxilî pêvajoya vê biryarê bûbe û ev tişt gotin: “Tu dibê qey Rûsya jî êdî difikire ku, divê rasteqîniya kurdan a li wir bê nirxandin. Ev hewldana DYA’yê ya berê bû. Belkî li ser hin îhtimalên cuda dihat fikirîn. Ji aliyê Tirkiye, Sûriye, DYA û Rûsyayê ve. Rasteqîniya ku êdî tê qebûlkirin ev e ku; li wir kurd dînamîkek in. Li herêmê êdî tu geşedan an jî bazarî, bêyî kurdan nabe. Rûsya jî hat vê noqteyê. Rûs hesasiyetên Şamê jî li ber çavan digirin û dixwazin ku bi awayekî ku her du alî jî nexisirin biencam bibe. 'ŞAM JÎ NAXWAZE EW Û KURDAN RÛ BI RÛ DIJBERÎ HEV BIMÎNIN’ Di vî warî de, dixuyê ku Rûsya bi awayekî qismî bandora DYA’yê qebûl kiriye. Ya ku îtiraza vê dikir û bi awayekî filî li hemberî vê têdikoşiya jî tenê Tirkiye bû. Em dizanin tu carî Şam û ev dînamîka kurdan mutabiq nebûne. Lê ji ber şert û mercan, Şam jî rû bi rû dijberî kurdan tevnegeriya. Yanî tenê Tirkiye dijberî kurdan tevgeriya. Rûsya ji ber tezên Tirkiyeyê jî bi awayekî resesîf dima. Dîtin ku Tirkiye çi bibêje jî, lê li wir rastiyek heye. Em dibînin ku Rûsya DYA rûniştin û muhtemel e ku riyeke bimantiq esas girtine û bi awayekî hevkar tevgeriyane. Di heman demê de ev biryar nîşaneya vê yekê ye. 'RÛSYA Û DYA LI HEV KIRIN' Êdî hemû welat jî dizanin ku, ew nikarin ji bo dînamîka kurd xwe li nedîtiyê deynin. Ji bilî Tirkiyeyê her kes vê dibîne. Wek welateke ku leşkerên xwe li Sûriyeyê bi cih kirine û ketiye bin barekî darayî, Rûsya jî hay ji vê heye. Rûsya jî difikire ku, divê li herêmê tevî kurdan dîzaynek bê kirin. DYA, kurdan wek mutefîk dibîne û pêşaniya wê ew e ku divê ji destkeftiyên şênber ên ku heta niha bi dest ketin, gav bi paş ve neyê avêtin. Yanî di navbera DYA û Rûsyayê de, rewşeke ku dê her du alî jî jê nerihet nebin û paşê dê her du alî jî ji hev re jestan bikin derdikeve holê.” ‘DÊ KURD DAIŞ’Ê BIQEDÎNIN’ Ozugurlu, dest nîşan kir ku biryara dawîn biryareke “stratejîk” e û got, dibe ku bibe “destpêka qedandina DAIŞ’ê”. Ozugurlu wiha axivî: “Dema min got jesta rûberî, min behsa vê dikir. Şam a ku mutefîka Rûsyayê ye, li dijî DAIŞ’ê şer dike. DYA jî bi awayekî li dijî DAIŞ’ê şer dike. Lê a rast ên li dijî DAIŞ’ê şer dikin kurd in. Çimkî li hemberî kurdan komkujiyên DAIŞ’ê hene. Muxatabên sereke Şam û kurd in. Lê di mijara DAIŞ’ê de, muxatabên sereke kurd in. Çimkî, şerê azadkirina herêmên xwe dikin.” ‘DIBE KU ARTÊŞA SÛRIYEYÊ JÎ TEVLÎ OPERASYONA REQAYÊ BIBE’ Ozugurlu, dest nîşan kir ku Rûsya û DYA di mijara DAIŞ’ê de li hev kirine û wiha axivî: “Her du alî jî dibe ku ber bi formuleke ku bi ser kevin biçin. Li vir hedefa ewil DAIŞ e. Operasyona Reqayê dê hem bi kêrî Şamê, hem bi kêrî kurdan, hem jî bi kêrî Rûsya û DYA’yê bê. Ma qey ev operasyon tenê bi YPG’ê tê kirin. Dê artêşa Sûriyeyê jî tevlî wê bibe?” Ozugurlu, îşaret pê kir ku îhtimal heye ku artêşa Sûriyeyê jî tevlî operasyona Reqayê bibe û wiha domand: “Wezîrê Karên Dervê yê Sûriyeyê Velîd Mualîm got ‘Kurd li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.’ Ev gotin zaf girîng e. Li vir, dewlet difikire ku ji bilî wê dînamekîkek din jî li hemberî DAIŞ’ê şer dike. Wisa dixuyê ku dê bi razîkirina Rûsyayê re di navbera Sûriye û DYA’yê de tevkariyeke zimnî çêbibe.” ‘DIBE KU PEYMANEKE KU KURD JÎ DI NAV DE BIN BÊ ÇÊKIRIN’ Ozugurlu, anî ziman ku dê serdana Erdogan a DYA’yê bandorê li biryara DYA’yê neke û got ku, heke wisa bûna dê li benda serdana Erdogan bihatana sekinandin. Ozugurlu wiha domand: “DYA, biryara xwe da. Ji bo zewahirê xelas bike, dibe ku DYA hin daxuyaniyan bide. Lê dê li qadê tu beramberiya van daxuyaniyan tune be. Ne mumkun e ku ev gav bi paş ve biçin. Heke peymanek bi Şam û Rûsyayê re bê çêkirin, piştî pêşveçûyînên YPG’ê dibe ku di navbera 3 welatan de peymanek çêbibe. Yanî dibe ku ber bi peymaneke ku kurd jî di nav de biçin. Wê demê DYA bi awayekî şênber dikare aşkere bike ku ew ê van alîkariyan bisînor bike. Lê dê tu eleqeya vê bi Tirkiyeyê re tune be. Ji ber polîtîkayên xwe yên heta niha, Tirkiye li noqteyeke ku vegera wê tune ye. Di warê kurdan de li hemberî DYA, Rûsya û Sûriyeyê tevdigere. Rewşeke ku bi paş ve gav bên avêtin tune ye.” ‘DÊ TIRKIYE MECBÛR BIMÎNE KU QEBÛL BIKE’ Ozugurlu, îşaret pê kir ku dibe ku Tirkiye mecbûr bimîne ku polîtîkaya xwe ya Rojavayê biguherîne û wiha got: “Wekî din çareyeke Tirkiyeyê tune ye. Erdogan dizane ku ew nikare vê rewşê biguherîne. Dibe ku ber bi guherandina vegotinê ve biçe. Dê rewşa ku bi awayekî fiîlî nikare wê bisekinîne, qebûl bike.”