Derwîş: Zarokên Minbicê dikarin gelê xwe biparêzin 2016-11-15 09:28:07 MINBIC - Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku PYD û YPG li Minbicê nînin û bangawaziya "Zarokên minbicê dikarin gelê xwe biparêzin. Rexistinên navneteweyî û çapemenî dikarin bên ku rewşa minbicê bibînin" kir. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, bersiv da gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yên hêzên YPG'ê ji minbicê venekişyane ji ber vê yekê jî dê li hemberî Minbicê operasyonê bê destpêkirin. 'LI MINBICÊ YPG/PYD TUNEYE' Derwîş diyar kir ku piştî tu geşedanekî baş çêdibe, rayedarên tirk daxuyaniyên neyînî didin. Derwîş anî ziman ku li Minbicê jiyanekî çawa hatiye avakirin ji bo çavdêriyên hemû kesan vekiriye, tê gotin ku "PYD û YPG bila derkeve" lê hemû kes dizanin ku PYD û YPG ji Minbicê vekişiyane û li vir nînin. Derwîş destnîşan kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji ewyehî û asayîşa minbicê berpirsyar e û ev agahî da: "Hêzên QSD'ê piştî azadiyê daxuyanî dan û ragihandin ku bajar ji Meclîsa Leşkerî re hiştine. Şervanên Meclîsa leşkerî ku zarokên Minbicê ne dikarin gelê xwe biparêzin. Rêxistinên navneteweyî û çapemenî dikare bê rewşa Minbicê bibînin. Dê bibînin ku berovajî tiştên ku tên gotin jiyanekî azad, wekhev û bihevre heye." JI BO SAZİYÊN NAVNETEWEYÎ BANGAWAZÎ Derwîş bang li saziyên navneteweyî jî kir û wiha axivî: "Bila bên ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên ku Cerablus, Raî û Ezazê dagir kirine bîbin, rewşa gel çawa ye. Gel ji wan razî ne yan ji me razî ne bila ew bixwe tespît bikin. Li herêma Şehbayê yi gundên kurdan talan û qatlîama ku hatiye kirin bibînin. Li herêmê tenê gundên tirkmenan dihêlin. Wekî berdevkê Meclîsa Leşkerî bang li sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku bila bên Lêkolîn bikin. Em hêza parastinê ne. Minbic di rêveberiya gelên ku dijîn de ye. Bajar ji bo hemû kesan vekiriye. Piştî DAIŞ'ê jiyana rehat a gelan tê xwestin bi daxuyaniyan bê xirakirin." Derwîş herî dawî bang li welatiyên Minbicê kir û u got ku têkîliyên wan bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Amerîkayê re jî berdewam dike.