Dewletê riyên gundiyan girtin 2017-05-12 09:13:01 COLEMÊRG - Li Colemêrgê, bi zinarên mezin ên ku makîneyên kar ew veguhastin, riya Geliyê Cennet-Cehennemê û zozanên Spîxane û Balayê ji çûn hatinê re hatin girtin. Dewletê, riya gundê Talê yê girêdayî navenda Colemêrgê, gelek gundên mintiqeya Berwarê û zozanên Spîxane û Balayê yên li herêma Dêzê ne ji çûn hatine re girtin. Sala çûyîn jî, bi hinceta ewlehiyê riyên bi dehan gundên li mintiqeya Berwarê hatibûn girtin û di meha Mijdarê de, piştî barîna berfê rê dîsa ji çûn hatinê re hatibûn vekirin. Îsal dîsa heman tişt hat kirin û welatiyên ku ji zor û zehmetiyên zivistanê xelas bûn, niha jî rastî qedexeyan tên. RIYA GUNDÊN BI HEZARAN GELHEYA WAN HENE HATIN GIRTIN Li ser riya Erzîkiyê, li 4 deverên cuda barîkat hatine dayîn. Gundiyan anî ziman ku, gelek xwendekarên wan hene û gotin ku, riya ku mesafeya wê nîv saet e, niha ew 4 saetan diçin. Riya nêzî 8 gundan hatiye girtin û gundiyan diyar kir ku, ev tişt nayê qebûlkirin û divê riyên gundên wan bên vekirin. ‘RIYÊN DIÇIN QEŞAYAN JÎ HATIN GIRTIN' Her wiha, riyên ku ber bi golên qeşayî, Qeşayên Cîloyê yên ku piştevaniya turîzma bajêr dikin, Geliyê Cennet-Cehennemê û zozanên Spîxane û Balayê jî ji aliyê hêzên dewletê ve bi hinceta ewlehiyê hatin girtin. Ev rê bi zinarên ku bi makîneyên karî hatin veguhastin ji çûn hatinê re hatin girtin. BI HATINA BIHARÊ RE RÊ TÊN GIRTIN! Gundiyekî ku li gundên Ogul û Ceylanliyê mişvaniyê dike û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku ew jî nizanin ji bo çi rê tên girtin û wiha axivî: "Sala çûyîn jî riyên me girtin. Em nizanin êdî em ê çi bikin. Dema tu di riya sereke de biçî heta gund 17 kîlometre ye. Mêşên me li gund man. Li ser riyan xendekên gelek mezin hatine kolandin û ji çûn hatinê re hatine girtin. Di vê demsalê de li gundên me gelek çeşnên gihayan hene. Me hem li mêşên xwe dinihêrt, hem jî ji bo debara xwe me ji çiyayan pincar berhev dikir. Lê tam di destpêka demsalê de dewletê riyên me girtin û debara me asteng kir."