Dayika Şerzan: Heta yên qetil dikin bên parastin ev êş dê bidomin 2017-05-12 09:16:12 ÊLIH - Li ser qetilkirina Şerzan Kurt 7 sal derbas bû lê der barê polîsê kujer de hê jî biryar nehatiye dayîn. Dayika Kurt, Nejla Kurt wiha got: "Heta ku li ser dozan bên girtin û yên qetil dikin wisa bên parastin em ê van êş û mirinan bijîn." Li Muglayê di 12'ê Gulana 2010'an de koma ku ji polîs û ulkucuyan pêk tê êrîşî xwendekarê kurd kiribûn û xwendekarê bi navê Şerzan Kurt ê 21 salî bi guleya polîsan ve hate kuştin û li ser bûyerê 7 sal derbas bû. Lê polîsên ku Kurt kuşt hê jî nehatiye cezakirin. Dayika Şerzan Kurt, Nejla Kurt diyar kir ku diyar kir ku ji Şerzan Kurt heta Kemal Kurkut û zarokên li Sîlopiyê hatin kuştin gelek zarok û ciwan ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Kurt diyar kir ku kesên ku zarokên wan dikujin ji aliyê dewletê ve tên parastin û wiha axivî: "Bi vî rengî em dibînin ku edalet ji bo me pêk nayî û tereziya edaletê ber bi me nîne. Kemal Kurkut jî bi vî rengî hate qetilkirin. Kujer hate parastin." 'PIŞTÎ ŞERZAN BÛYERÊN XIRABTIR QEWIMÎN' Dayik kurt diyar kir ku êşa Şerzan piştî her mirinên ku hate jiyankirin zêdetir bû û wiha got: "Em li bendê bûn ku careke din ciwan nemirin, me gotibû bila qêrûn î êşa me bibe ya dawî. Lê li ser kuştina Şerzan 7 sal derbas bû. Di nava 7 salan de dema ku em dinêrin hatine demeke xurabtir. Ji ber vê ez nikarim tiştên baş bibêjim. Em ketin pêvajoyekî bûyerên xirabtir pêk tên." 'HETA KUJER BÊN PARASTIN...' Kurt destnîşan kir ku ji ber polîtîkaya necezakirinê gelek zarok û ciwan hatine kuştin û nehiqûqiya ku jiyan kirine jî wiha vegot: "Nêzî 2 sal û nîvan doza me berdewam kir. Lê di dozê de heta niha ji bo me tiştek derneket holê. Ji bo ku kujer cezayeke kêm bigire pêvajoya hate destpêkirin. 7 sal ceza dan kujerê Şerzan. Dadgeha Bilind ceza hindik dît. Piştre gotin 16 sal. Vê carê jî dadgeha Bilind ceza kêm kir. Bi vî rengî em dibînin edalet ji bo me pêk nayê teraziya edelakê ber bi me nîne. Bi vî rengî li ser dozan t^ne girtin heta ku yên ku qetil dikin tên parastin em ê van êş û mirinan bijîn." Kurt piştî ku li Sîlopiyê 2 zarok bi wesayîta zirxê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û walî daxuyaniya "qeder e" da, li hemberî vê gotina Walî Alî Îhsan Su nerazîbûn nîşan da û wiha dirêjî da aaxftina xwe: "Gelek ciwan hatin kuştin. Çima li welatê me evqas ciwan û zarok tên kuştin? Çima li welatê ku demokrasî heye ev nabin? Bi vî rengî em nikarin xwe bispêrin pişt gotina qederê. Ger sûcdar be jî divê dewlet bi saxî bigire. Ji ber ku mafê jiyanê pîroz e." 'EZ NAXWAZIM MEHA GULANÊ BÊ' Kurt got ku divê ji bo aştiyê hemû kes destên xwe bike binê kevir û wiha got: "Ez dixwazim tiştên ku bi Şerzan û hemû zarok û ciwanên me yên hatine kuştin neyê jibîrkirin û ev tiştên li welatê me diqewime bi dawî bibe. Belê ji kesê ku diçe re neheqiya herî mezin tê kirin lê yên dimînin jiyana xwe didomînin. Mînak Şerzan di meha gulanê de hate kuştin. Ji ber vê yekê ez naxwazim meha gulanê bê. Ji destê min bê ez ê vî mehê di nava 12 mehan de derxînim." Parêzer Erkan Şenses jî têkîldarî doza Kurt agahî da û diyar kir ku di doza ku 7 sal in berdewam dike de gelek caran biryar hatin guhertin û wiha axivî: "1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê, di sibata 2015'an de 16 sal ceza da bersûc Gultekîn Şahîn û di dozê de girtibû. Hem parêzerên bersûc hem jî me biryar temyîz kiribû. Dadgeha Bilind jî bi hinceta ku qest tuneye ceza xira kir. Ango biryar ger ku bihata 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê û dadgeh jî li gorî vê nêzîk bibe dê 12 sal ceza bigirta." 'EM LI BENDA BIRYARA DADGEHA BILIND IN' Şenses got ku ew li benda biryara DAdgeha Bilind in û wiha axivî: "Lê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îtirazî biryarê kir bi hinceta Şerzat Kurt bi taksîra zanebûn hatiye kuştin dosya bir Lijneya Giştî ya Cezayê ya Dadgeha Bilind. Lê heman Serdozgeriya Komarê xwestibû 16 sal ceza bê erêkirin. Lijneya Giştî ya Cezayê ya Dadgeha Bilind hê jî biryara xwe nedaye. Hêviya me ew e ku biryara bê dayîn zirarê nede baweriya me ya edaletê."