Mudaxaleyî qada çalakiyê ya Gulmen û Ozakça kirin: 4 kes hatin binçavkirin 2017-05-12 10:23:05 ENQERE - Polîsan li cadeya Yukselê mudaxaleyî qada çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kir û 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan li cadeya Yukselê ya Enqereyê mudaxaleyî kesên ku ji bo piştevaniyê hatibûn qada çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça û nobet digirtin kir û 4 kes hatin binçavkirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê kulîlk û bankên ku li be Abîdeya Mafên Mirovan rakirin. Piştre jî mudaxale kirin. 4 kesên ku di nav de Mehmet Mutlu yê li ODTU'yê akademîsyen e jî heye bi derbkirinê hatin binçavkirin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl îro saet di 13.00'an de ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça ji bo li cadeya Yukselê bên cem hev bangawazî kirin. Gulmen û Ozakça yên ku 65 roj in di greva birçîbûnê de li ser çapemeniya civakî piştevanî her diçe zêdetir dibe.