Di 7 pirsan de greva birçîbûnê 2017-05-12 10:30:01 ENQERE - Nuriya Gulmen û Semîh Ozakça yên ku ji bo vegerin karê xwe li Enqereyê 65 roj in di greva birçîbûnê de ne, li dersimê jî Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 78 roj in di greva birçîbûnê de ye. Cihan qala wan dike lê hikûmet hê jî bêdeng e Akademîsyen Nuriya Gulmen û mamoste Sem^hi Ozakça yê ku karê xwe dixwazin 65 roj in, Mehmet Gun ê cenazeyê kurê xwe dixwaze 78 roj in di grevê de ne. Çalakiyên ku di warê tenduristiyê de rojên krîtîk derbas bûye grevên birçîbûnê careke din anî rojeva Tirkiyeyê. GREVA BIRÇÎBÛNÊ ÇI YE, KÎ BEŞDAR DIBE? Greve birçîbûnê wekî "terzê îfadekirinê yê kesekî yan jî komekî ku li ser esasê biryarên xwe daxwaza şenber a ku danînê pêşiya xwe" tê pênasekirin. Di DAnezana Maltayê ya ku ji bo bijîşkên ku kesên di greva birçîbûnê de ne dişopînin û bi tedawiya wanv e eleqedar dibin wekî belgeyekî qanûna bingehîn a rê nîşan dide ye û kesên dikevin greva birçîbûnê jî wekî "kesên ku di warê zihnî de ehl in, bi îradeya xwe ve biryar dane ji ber vê yekê jî ji bo demeke xwarin û tiştên avî qebûl nake" tê pênasekirin. Tê gotin ku bi gelemperî kesên ku li girtîgehan e "azadiya wan ji destên wan tê girtin" û "jibilî bedena mirov tiştekî wî yê din namîne" serî li greva birçîbûnê tê dayîn. Greva birçîbûnê ya Gulmen, Ozakça û Gun ên ku li devrve, li kolanê berdewam dikin jî parçeyekî nîqaşan e. Parlamentera CHP'ê û parazvana mafê mirovan Şenal sarihan wiha dibêje: "Ez pazêrekî berê me. Min grevên birçîbûnê li girtîgehê dît. Ji bo daxwazên xwe bidin guhdarkirin herî dawî hûn ê bedena xwe daynin holê. Min ji Gulmen û Ozakça re got ku Tirkiye girtîgehekî fireh e, belê derve jî girtîgehek e. Qada têkoşîna mirovan a li derve ewqas teng kirin ku mirov êdî li derve jî bedena xwe datînin holê." CUDATIYA DI NAVBERA GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û ÎNTIHARÊ ÇI YE? Di raya giştî de greva birçîbûnê wekî "întihar" tê fêmkirin. Di Danezana Maltayê de têkîldarî nêzîkatiya mirinê ya kesên di grevê de ne îfadeyên "Kesên ku di greva birçîbûnê de ne bi gelemperî kesên ku dixwazin bimirin nînin lê di nava wan de hin kesên ku ji bo bigihîjin armanaca xwe dibe ku mirin girtibin ber çavan hebin" tê bikaranîn. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci jî bi taybetî dibêje "armanca bingehîn a kesên ku dikevin greve birçîbûnê mirin nîne" û cudatiya di navbera greva birçîbûnê û întiharê wiha tîne ziman: "Întihar di noqteya ku ji jiyanê Hêvî nemîne pêk tê. Yên ku dikevin greva birçîbûnê di esasê xwe de ligel mirinê ji bo jiyaneke bi rûmet bidomînin serî li vî riyê didin." ÊN DI GREVÊ DE NE ÇIMA LI HEMBERÎ BANGÊN 'GREVÊ BIQEDÎNIN' DIDIN? Bersiva vî pirsî di kurahiya dîroka tibê de veşarî ye. Rêgeza “primum non nocere” yanî "ewil zirar dayîn". Di Danezana Maltayê de di nêzîkatiya kesên di grevê de ye ji bo "zirarê nedin" wiha tê gotin: "Ji bo zirareke kêm bê dayîn kesên ku melekeyên wan ên aqlî di cih deye bi zorê tedawî nayê kirin û ev tê wateya ku bi zorê nikarin wan ji greva birçîbûnê vegerînin." Dr. Bakkalci têkîldarî vî rewşê wiha dibêje: "Armanca bingehîn a kesên di grevê de ne û pirsgirêka esasî ya grevê daxwaz in. Ger ku pirsgirêk daxwaz bin divê daxwaz bên çareserkirin. Bi îxrackirinên piştî KHK'an ve mirov mehkumî birçîbûnê hatin kirin. Raporên navneteweyî tiştên li Tirkiyeyê diqewimin wekî 'mirina medenî7 îzah dikin. Kesên di greva birçîbûnê de ne rastiyek heye ku zirarê didin bedena xwe û têgeh heye lê di sedema greva birçîbûnê de li dijî 'mirina medenî' hamleyek heye." Gulmen û Ozakça jî ji her platformê de li hemberî bangawaziyên "grevê bi dawî bikin" dibêjin ew van bangawaziyan qebûl nakin û dixwazin daxwazên wan derkevin pêş. DAXWAZÊN KESÊN DI GREVÊ DE NE ÇIYNE? Dema li dîroka greva birçîbûnê tê nêrin, daxwazên kesên di grevê de ne ji ber mafên wan ên bingehîn û xwezayî hatine binpêkirin derdikevin holê. Xala bingehîn jî daxwazên kesên di grevê de ne ne tenê wan gelek aliyên civakê eleqedar dike. Rêverê Tevgera Xweser ê Hîndîstanê Mahatma Gandi, di cîhana modren de wekî rêberê greva birçîbûnê tê naskirin. Çalakiyên Gandi yên bi dawxaza “xweseriyê” riya herî bibandor a di çongdanîna Îngilîstanê de bû. Di sala 1970’an de şervanên İRA li girtîgehê greva birçîbûnê dan dest pêkirin, “statuya girityên siyasî” xwestin, di sala 1980’î de kadroyên avakar ên PKK’ê li dijî îşkenceyên giran ên li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Dîsan di sala 2000’î de grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê hat destpêkirin û bi navê “Vegera jiyanê” het çewisandin li dijî şert û mercên girtîgehan hatibû destpêkirin. Girtiyên KCK û PKK’ê bi daxwaza “çareseriya demokratîk û aştî” di sala 2012’yan de greva birçîbûnê destpêkirin û hişt ku pêvajoya 3 salan a agirbestê bê destpêkirin. Di greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê di meha bihûrî de dawî lê anîn de jî daxwaz “rawestandina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan”, “rabûna dorpêça li bajarên kurdan” û “Dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bînin” bû. Gulmen û Ozakça yên hatine îxrackirin jî bi daxwaza “em karê xwe dixwazin” dest bi grevê kirin û daxwaza vekirina riya darazê dikin. Daxwazên Gulmen û Ozakça, hemû kedkarên hatine îxraçkirin û malbatên wan, vekirina riya darazê digire nava xwe. Bav Gun ê ku roja 78’an li paş xwe dihêle jî cenazeyê kurê xwe yê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin dixwaze. Daxwaza Gun a dibêje “cenazeyên me li ku ne” di nava mafê veşartin û şîngirtinê ya civakê de cih digire. BANDORA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI SER TENDIRÛSTIYÊ ÇIYE? Di rapora Yeketiya Tabîbêb Tirk (TTB) a li ser greva birçîbûnê hatiye amadekirin de, wiha tê gotin; ‘Ger biter tiştên bi av hatibin girtin 10 roj, heta 2 hefte dikarî li ber birçîbûnê xwe bigirî. Ger laş giranî ji sedî 10-15 winda kiribe û ji 28 rojan derbas kiribe rîska mezin derdikeve holê.’ TTB 14-34 rojên grevê wekî “rîska mezin dibe” û 35-42 jî wekî “rîska cidî” pênase dike. Li gorî TTB’ê pirsgirêkên piştî 42 rojan destpêdikin wihane: “Bêhêzbûna pêşveçuyî, şêlobûna hizir û her tim bi xew ketin. Ger deng nabihîze û nabîne ev rewşek cidî ye. Xwînbûn (di diran, mîde û rovî de) nîşaneyên kêmbûna lebatan (di nabzê de kêm bûn, guhertina bêhngirtinê de) tên dîtin. Destpêkê laş ji sedî 30 giraniya xwe winda dike.” Gulmen û Ozakça di rewşek krîtîk de ne, Gun jî roja 78’an derbas kirine û di rîska mirinê de ye. Kesê di grevê de ne jî naxwazin tendirûstiya wan dixwazin daxwazên wan derbikevin pêş û dixwazin bi dirûşmeya “Em ne nexweş berxwedêrin” derbikevin pêş. JI BO TENDIRÛSTIYA KESÊN DI GREVÊ DE NE RIYA JIYANÎ ÇIYE? Ger daxwazên kesên ketine grevê hatin qebûlkirin an jî bi daxwaza xwe dest ji grevê berdan, ji bo jiyana wan a pêş rîskên mezin hene. Ji bo van rîskan bixin asta her jêr, di rapora TTB’ê ya di sala 1996 û 2000’an de ya bi navê “Hekîm û grevên birçîbûnê” hatiye amadekirin de, wiha tê gotin “Dema wê çiqas dibe bila bibe xwarinên bi av ên B1 (tiamin) bi têra xwe navde nebe dive bi riya damarê neyê dayîn. Dekstrozên ku bitêrî vîtamîna B1 nav de nebe bê dayîn dibe ku WA yan jî WKS (wernicke korsakoff) çêbibe.” Pispor ji bo vîtamîna B1 bê girtin kesên dikevin grevê hişyar dikin. DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE HELWESTA DEWLETÊ ÇAWA YE? Di pêvajoya grevên birçîbûnê de dewlet ji bo xwe du riyan dibîne; “Di daxwazên gervê de lihevkirin an jî bi riya zorê mudaxeleyî grevê kirin.” Gelek caran wekî ya Gulmen, Ozakça û Gun dewlet ji nedîtîve tê. Dewlet mudaxeleya grevên birçîbûnê bi Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê ve girê dide. Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî dibêje ku ev nêzîkatiyet durûtiye û wiha dibêje: “Hilbijatina mudaxeleyê li Îsraîl û Tirkiyeyê tê rojevê. Hûnê hemû kategoriyên hevpeymanê binpê bikin û hûnê herî dawî ji bo mafê mirovan bêjin ‘ez mafê jiyanê diparêzim’ dewlet ne ji bo mafê jiyanê biparêzin ji bo kesên di grevê de ne biçewisîne, dawî li grevê bîne mudaxele dike. Ji bo ligel mafê jiyanê bî divê ji daxwazên mafên bingehîn re çareseriyekê bibînî. Ji xwe sedema grevan pêkanînên dewletê ne. Ji ber wê hertim nêzîkatiya dewletê ya li dijî grevan bipirsgirêk bûye.” Deniz Nazlim - dihaber