Li Rihayê 11 kes hatin girtin 2017-05-12 11:38:57 RIHA - Li Wêranşarê 11 kesên bi îdîaya bi parvekirinên li ser tora civakî “propagandaya rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin hatin girtin. Li navçeya Wêranşara Rihayê û taxên herêmê beriya 5 rojan polîsan bi ser malan de girtibûn û di serdegirtina malak de 11 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin. 11 kesên bi îdîaya bi parvekirinên li ser tora civakî “propagandaya rêxistinê” kirine îfade dan dozger bi daxwaza girtinê sewqî dagehê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê hatin dayîn welatiyên bi navê Kadîr Ulutaş, Ferît Demîrboga, Bahatîn Demîrboga, Nedîm Demîrboga, Hakîm Atîlla, Yasar Kudîn, Bîlal Kudîn, Hasîp Tatli, Bîlal Ceylan û 2 kesên navê wan nehat zanîn bi heman îdîayê hatin girtin. 11 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.