Ekolojîstan bertek nîşanî veguhestina Tirba Zeynel Beg dan 2017-05-12 16:12:45 ÊLIH - Aktîvîstên Hewldana Jiyandina Heskifê bertek nişanî veguhestina Tirbeya Zeynel Beg a dîrokî dan. Aktivistan anî ziman ku têkoşîna wan a hiqûqî bê encam bimîne jî dê têkoşîna xwe ya ekolojîk berdewam bikin. Ji ber projeya HES'ê ya bendava Ilisû, bajarê dîrokî yê 12 hezar salan Heskif di bin avê de dimîne. Di çarçoveya bendav û projeya HES'ê ha Ilisu de Tirba dîrokî ya Zeynel Beg cihê wê hat veguhestin. Ji ber ji 4 tekerên mezin yek jê teqiya karê veguhestinê zerard dît. Dema veguhestina tirbê xwendekar ji dibistanê anîn derdarê. Şîrketên ERBU û Hollanda di karê veguhestinêde bikar anîn. TÊKOŞÎN NEQEDIYA YE Aktîvîstên Hewldana Jiyandina Heskifê bertek nişanî veguhestina Tirbeya Zeynel Beg dan û diyar kirin ku têkoşîna wan berdewam dike. Aktivîstan anîn ziman ku her çend têkoşîna hiqûqî encam negirtibe jî dê bi rêbazên demokratîk têkoşîna ekolojîk berdewam bikin. Aktîvîstan anîn ziman ku veguhestina Tirbeya Zeynel Beg wêrankirina çandî û ekolojîk e û ew dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Aktîvîstan anîn ziman ku têkoşîna hiqûqî û civakî kêm e û xwest ev têkoşîn mezin bibe û fireh bibe. Aktivîstan xwest kesên ekolojî, dîrok û çandê diparêzin tekoşîna xwe berdewam bikin. Aktîvîstan anîn ziman ku avakirina bendavê zerarê dide ekolojî û derdorê.