‘Ji bo dayikeke ku zarokê wê winda, Roja Dayikan heram e' 2017-05-13 09:14:34 STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku bi hesreta bila kêlikeke zarokên wan hebe pêşwaziya 14'ê Gulanê Roja Dayikan dikin wiha gotin: "Heke perçeyek ji canê dayikekê kêm be, ji bo wê roja dayikan heram e. Di Roja Dayikan de, tenê em dikarin birînên xwe bi birînên zarokên xwe re bikin yek." Her sal di yekşema duyem a meha Gulanê de Roja dayikan tê pîrozkirin. Îsal dê Roja Dayikan di 14'ê Gulanê de bê pîrozkirin. Dayikên Şemiyê yên ku ji 27'ê Gulana 1995'an heta niha bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin, ji wê rojê heta niha li hestiyên zarok, hevjîn û xwişk-birayên xwe digerin. Dayikên Şemiyê, anîn ziman ku hîn jî kiryar nehatine darizandin û wiha gotin: "Ji ber vê yekê, Roja Dayikan bêwate ye." ‘EM GOREKE KU KULÎLKAN DEYNIN SER DIXWAZIN' Emine Ocak, dayika Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin û piştî 5 rojan şûn ve cenazeyê wî hat dîtin, anî ziman ku dayik tim vê rojê bi kêfxweşî pîroz dikin û wiha got: "Lê dayikên me, roja xwe ya dayikan bi êşê derbas dikin. Ji bo dayikên li Galatasarayê, ev roj zaf zor in. Destê me nagihîje hezkiriyên me, dengê wî/ê nayê guhê me." Ocak, diyar kir ku di Roja Dayikan de derewên kesên ku kesên zarokên wan windakirine diparêzin mezintir dibin û wiha axivî: "Dema kesên êş bi me dayikan didin kişandin bên cezakirin, edalet bê û em bêhna zarokên xwe bikin, belkî em vê rojê pîroz bikin; lê em birîndar in. Di Roja Dayikan de, tenê em dikarin birînên xwe bi birînên zarokên xwe re bikin yek. Hevalên xwe yên me bi hev re li wê qadê çongên xwe rizandin hemêz dikim." ‘HAYÊ WAN JI DOJEHA LI WIR TUNE YE' İkbal Eren, xwişka Hayrettin Eren ê ku di 21'ê Mijdara 1982'yan de hat binçavkirin û yek ji windayên ewil ên Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê ye, wiha axivî: "Dîsa dê di Roja Dayikan de hin kes derkevin û bibêjin ku 'Bihuşt di bin piyê dayikan de ye. Dayikên ku dest û piyên wan tên maçkirin', lê 22 sal in li vê Qada Şemiyê ya ku veguheriye dojehê, kes van dayikan nabihîse, nabîne. Her kesî çav û guhên xwe girtine û kes hay ji van dayikên li vir tune ye. Hay ji daxwazên wan tune ye." Eren, dest nîşan kir ku tenê Dayikên Şemiyê li goreke ku karibin kulîlkan deynin ser digerin û wiha axivî: "Lê kesên ku buhuştê dixin bin piyên dayikan, hay ji dojeha li wir tune ne." ‘ROJA DAYIKAN LI WAN DAYIKAN HERAM E' Hanim Tosun, hevjîna Fehmi Tosun ê ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de di bin çavan de hat windakirin wiha got: "Wek dayikekê dibe ku min hevjînê xwe winda kiribe, lê taliya talî ez dayikek im û em roja dayikan pîroz nakin. Heke zarokekî dayikekê winda be, heke perçeyek ji canê dayikê winda be, ji bo wê roja dayikan heram e. Ji bo me roja dayika pir zehmet e. Rojên cejnan zor in. Bi rastî jî bi salan e rojên taybet ji bo me heram in. Ji bo kesekî gora wî tune be û ji bo dayikeke ku ji canê wê perçeyek kêm be, ev roj pir zehmet e." Tosun, dest nîşan kir ku hîn jî ew li hestiyên windayên xwe digerin, êşa wan wek roja berê teze ye û wiha got: "Bi salan min zarokên xwe bê bav mezin kirin. Baskek wan şikandiye. Hîn jî nikarin bifirin û bextewar bibin. Çimkî, hêlek wan kêm e. Ez çi qas hem bûbim dê û hem jî bûbim bav jî, lê zarokên min bi rihetî nikarin kulîlkekê bikirin û bên cem min." 'HÎN JÎ EM LI BENDA KÊLIKEKÊ NE' Tosun, anî ziman ku yên vî welatî bi rê ve dibin dê sibê roja dayikan pîroz bikin û wiha bang li rayedarên dewletê kir: "Bila rojekê serokomar û serokwezîrên vî welatê bibêjin hela em di cem van dayikan re derbas bibin, bê ka çi dibêjin û çi dixwazin. Em tiştekî zêde naxwazin. Bila wan dosyeyên ku di arşîvên wan de hatine veşartin vekin û bila kêlikekê nîşanî me bidin. Ma qey ev zehmet e? Bi dehan dayik li Qada Galatasarayê li benda kêlikekê ne." Sadiye Eser - dihaber