19 çalakgerên greva birçîbûnê hatin berdan 2017-05-13 12:37:41 ENQERE - Li cadeya Yukselê 19 kesên ku di encama êrîşa polîsan de hatin binçavkirin, hatin berdan. Piştevan careke din tevli çalakiyê bûn. Li cadeya Yukselê ya Enqereyê 19 kesên ku ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ketibûn greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin. 19 kesên ku hevsera Semîh Ozakça, Esra Ozakça û nûnerên saziyên elewî jî hene piştî ku der barê ban de karên fermî hat kirin hatin berdan. Kesên ku hatin berdan careke din tevli çalakiya li cadeya Yukselê bûn. Polîs duh bi şev hatibûn û kulîlkên li ber Abîdeya Mafê Mirovan desteser kiribûn. Kesên ku hatin binçavkirin kulîlkên nû anîn li ber Abîdeya Mafên Mirovan.