Xebatkarên TV10: Bi girtina tvyan demokrasiyê asteng dikin 2017-05-13 15:49:15 STENBOL - Xebatkarên TV10 çalakiya xwe di hefteya 32'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin û diyar kirin ku bi girtina televîzyonan demokrasiyê asteng dikin. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş, anî ziman ku bi girtina TV'yan demokrasiyê dikin hedef." Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hetteya 32’an de kom bûn û çalakiya li ber Galatasarayê berdewam kirin. Xebatkaran di çalakiyê de pankartên "Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û siloganên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û "TV10 dengê elewiyan nayê bedeng kirin" rakirin. Di çalakiyê de Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) Gokhan Durmuş, Dayikên Aştiyê û Komeleya Elewiy^Fen Demokratîk (DAD) û gelek saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiyê de Serokê TGS'ê Gokhan Durmuş diyar kir ku nêzî 6 mehin qanalê tv hatin girtin û TV10 jî wê demê hat girtin. Durmuş, anî ziman ku TV10 ji bo bibe dengê demokrasiyê têdikoşa û bi girtinatv yan dengê demokrasiyê hatiye qutkirin û demokrasî hedef hatiye girtin.b Çalakî bu dua Gulbengê Pîrê Ocaxa Elewiyan a Guvenç Abdal Sefa Ozturk bi dawî bû.