Ji polîsan gefa ‘Em ê te li pey panzêrê girêbidin' 2017-05-14 09:11:31 COLEMÊRG - Polîsan li taxa Ormanê ya Geverê bi ser malekê de girt û Emrah Bor îşkence kirin. Polîsan di serdegirtina malê de gefa "Em ê te li pey panzêrê girêbidin û kaş bikin" li Bor xwarin. Li taxa Orman a Navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan bi ser mala Bor de girt. Polîsan di serdegirtina mala Bor de 6 saetan îşkence li Emrah Bor ê 24 salî kirin û gefa "Em ê te li pey panzerê girêbidin û te bikujin." xwar. Bavê Bor, Hasan Bor diyar kir ku polîs 4 roj berê bi panzêrê hatibûn taxê û dîsa gef li min xwaribûn. Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 13'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin û qedexeya derketina kolanan heta 79 rojan berdewam kir. Piştî qedexe bi dawî bû 60 malbat ji dorpêç û zextên polîs û dewletê rizgar nebûn. Polîsan bênavber zext li ser malbatan meşandin. Bavê Emrah Bor Hasan Bor, diyar kir ku her çend qedexe bi dawî bûn jî zextên polîsan bi dawî nebûn û polîs dem dem bi ser mala wan de digirin. Bor, got ku herî dawî polîsan 4 roj berê hatin taxê û kurê wî binçav kirin. Bor, bal kişand ser zextên polîsan û wiha got: "Min di 8'ê Nîsanê de li dozgeriyê gilî kir. Min zextên li ser taxê û malê bi dozger re parve kir. Di 15'ê Sibatê û 4'ê Nîsanê de kurê min binçav kirin û îşkence li kurê min kirin. Di 4'ê Nîsanêde li taxa me fîşekên hewayî teqandin. Xistin sutuyê kurê min. Ji kurê min xwest sîxuriyê bikin û nav ji wî xwestin. Ne tenê li kurê min li hemû ciwanên taxê îşkence kirin. 'GOTIN 'EM BIKUJIN Û BÊJIN ÎNTÎHAR KIR' Bor, anî ziman ku polîsan berê li Şirnexê jî ciwanê bi navê Hacı Lokman Birlîk qetil kirin û li pey panzêrê kaş kirin û wiha got: "Ruhê xwe yê rastîn bi şev nîşanî me didin. Îşkence dikin. Herî dawî kurê min li ber kargeriya wî girtin û îşkence li wî kirin. Dema li kurê min dan Haci Bîrlîk anîn bîra kurê min û gefa 'Em ê te jî wekî wî li pey panzêrê bikişînin û bikujin' xwarin. Welatiyên taxê yên ev yek şermezar kirin jî rastî tundiya polîsan hatin. Piştî kurê min di 8'ê nîsanê de rastî îşkenceya polîsan hat serî li dozgeriyê da û glî kir. Bi salan e em rastî tundiya polîsên dewletê tên. Ger ku tiştek bê serê me polîs û midûriyetapolîsan berpirsiyar in. Em dibêjin êdî bes e."