Koçerên tên astengkirin: Ligel hemû astengiyan em ê xwe bigihînin zozanan 2017-05-14 09:16:46 ŞIRNEX - Koçerên ku ji deşta Silopiyayê berê xwe dane zozanên Feraşînê û ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin, diyar kirin ku tekane çavkaniya debara wan ev û hewl didin ligel hemû astengiyan xwe bigihînin zozanên xwe. Bi hatina biharê re koçerên ku zivistanê berê xwe dabûn deştê, hewl didin ber bi zozanan ve biçin. Lê li sedan herêmên Şirnex, Colemêrg, Wan û Sêrtê qedexe hatiye îlankirin û koçerên ku berê xwe didin van herêman ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin. Ji van koçeran yek jê malbata Ete ye. Dema ku malbata Ete xwest biçe Zozanên Feraşînê, li nêzî gundê Kaniya Qeymeqam ê Şirnex ku dikeve navbera çiyayê Gabar û Bestayê, hatine astengkirin. Li vê herêmê ev 5 roj in ku zêdeyî 10 hezar sewalên koçeran tên astengkirin. LEŞKERAN PÊŞIYA ME GIRT Û NAHÊLIN EM BIÇIN ZOZONAN' Zeynep Ete ya ku ew jî tevî pez li gel şivanan dimîne, diyar kir ku ji ber leşkeran pêşiya wan girtiye niha mala wan bûye du bir û ev tişt got: "Ev 6 meh in em li Silopiyayê bûn. Bi hatina biharê re me berê xwe da Zozanên Feraşînê. Lê li vir leşkeran pêşiya me girt û destûrê nadin em biçin. Niha nîviyê malê li Cizîrê û nîviyê din jî li vir e û em nikarin xwe bigihînin hev. Em nizanin em ê bi ku ve biçin. Ji ber wê em nikarin zarokên xwe jî bînin cem xwe. Em niha nêzî gundê Kaniya Qeymeqam in. Nîvek mala me jî li aliyê din ê gund e." 'EM NIZANIN BI KU VE BIÇIN' Ete da zanîn ku, ev 2 roj in şivanên wan bê nan mane û wiha berdewam kir: "Duh me şîrê pezê xwe dot, lê me nekarî em tiştekî jê bikin. Îro jî em ê bidoşin lê di destê me de dîmine. Karê me jinan li vir gelekî zehmetir e. Ev 2 roj in şivanên me bê nan in. Tiştek tune ye ku em nan û xwarinê pê çêbikin. Ez duh çûme gund, min çend nan anîne û dane şivanan. Leşker dibêjin hûn nikarin bi derekî ve biçin. Em jî nizanin em ê çi ji pezê xwe bikin û bi ku ve biçin." 'LEŞKER JI BO KU BIKARIBIN BIÇIN SERÊ ÇIYAN ME ASTENG DIKIN' Ji malbatê Çetin Ete anî ziman ku leşker ji bo ku bikaribin bi ser çiyayan de biçin koçeran asteng dikin û wiha axivî: "Em îsal li deşta gundê Babha yê Silopiyayê bûn. Niha jî berê me li Karçêtê, Zozanên Feraşînê ye. Ji bo ku leşkerên tirk bikaribin bi ser çiyayên Kurdistanê de biçin dixwazin pêşiya koçeran bigirin. Her wiha bi vê yekê dixwazin çanda me kurdan ya koçertiyê winda bikin. Em jî hewl didin ku li gel hemû astengiyan xwe bigehînin zozanên xwe. Ji ber ku ji bilî koçertiyê tiştekî ku em pê debara xwe bikin tune ye." 'DI ROJEKÊ DE 4 SEWALÊN ME MIRIN, GER WIHA BIDOME...' Ete bi lêv kir ku, di rojekê de 4 sewalên wan mirine, ger destûr neyê dayîn wê sewalên wan telef bibin û wiha domand: "Dema dinya germ dibe pez bi nexweşiya zerikê dikeve. Ji duh heya niha 2 berx, bizinek û kereke me mirine. Li vê derê av tune ye. Ji serê sibê heya êvarî em dikarin carekê av bidin pezê xwe. Ger wiha bidome wê gelek sewalên me telef bibin. Mala me jî çûye nêzî gundê navyan û destûrê nadin em biçin. Dibêjin me, bi kamyonan pezê xwe bibin lê nêzî 30 hezar TL mesrefa kamyonan heye û em nikarin vî pereyî bidin. Ger em bi kamyonan nebin wê 170 hezar TL ceza li me bibirin. Dema em berê xwe didin vê rewşê, ev yek ji zilmê wêdetir ne tiştek din e." 'GER EM YA KU DEWLET DIBÊJE BIKIN, TIŞTEK DI DESTÊ ME DE NAMÎNE' Ete herî dawî got ku, li gor tişta dewlet dixwaze ew tevbigerin wê gelekî zirara wan bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Niha her malbatek koçer 10-15 hezar TL pereyê kozên zozanan daye. Dibêjin hûn nikarin biçin van deverên qedexekirî. Zozanên Erziromê didin pêşiya me. Heke em bi kamyonan pezê xwe bibin heya wir, gelek mesref diçe. Dîsa pereyê ku em bidin zozanên wir zêdetirî 50 hezar TL ye. Heger em wisa bikin îsal tiştek di destê me de namîne. Em pere didin şivan, ka, ceh, koz, derman û dewletê. Dema ev hemû dikevin ser hev û destûr neyê dayîn em biçin zozanan, wê demê em ê nikaribin ji bin vî barî rabin." Ji malbatê Mehmet Ete jî da zanîn ku, ji ber astengiyê şev û roja şivanan tune ye û wiha axivî: "Ev çend roj in em ranezane. Şevê din tenê saetekê em razane. Em niha rêwî ne û ji bo ku pezê me winda nebe şev û roja me tune ye. Dinya germ bûye. Diviya bû ku em 10-15 roj berê çûbûna zozanan, lê destûrê nadin. Em hêvîdar in dewlet dev ji vê biryara xwe berde."