Malpera Rojnameya Rojeva Medya hat girtin 2017-05-14 10:51:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera Rojnameya Rojeva Medya ku tekane li Tirkiye bi kurdî weşanê dike û hêj salek xwe tijî nekir hat astengkirin. Malpera rojevamedya.com ji hêla Saziya ragihandin û Zanistên Teknolojiyê di 11.05.2017’an de li gorî qanûna hejmar 5651 bi daxwaza tedbira îdarî hate girtin. Biryara girtinê ku beriya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî hate girtin di nava raya giştî de rê li ber gûmanê vekir. Hikûmeta AKP’ê ku bi biryara Qanûna Di Hikmê Zagonê de Rojnameya Azadiya Welat girt vê carê jî malpera rojnameya Rojeva Medya kir hedefa xwe û malpera wê ya civakî rojevamedya.com girt.