KCD: Hem êrîşî bedena jinê hem jî êrîşî felseyefa jiyanê dikin 2017-05-14 12:00:12 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî skantala fihûşa zarokan a Êlihê daxuyanî da. KCD'ê diyar, di şexsê bedana jinê de êrîşî nasname, felsefe, çand û vîna jiyana azad jinê dikin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkidarî, skandala fihûşa li Êlihê li dijî zaroka 14 salî G.' pêk hatibû daşuyanî da. KCD'ê diyar kir ku AKP li herêmê li dijî jinên kurd û gelê kurd şerê taybet dimeşîne. KCD'ê da zanîn ku ji ber di têkoşîna azadiya kurd de cihekî taybet ê jina kurd heye û ji ber jina kurd pêşengiya têikoşîna gelê kurd dike, polîtîkayên fihûş, destdirêjî û îstismarê pêş dixe. KCD'ê destnîşan kir ku hişmendiya dibêje "Berê li jinê bidin" polîtîkayên wan ên li dijî jinê nîşan dide. KCD'ê da zanîn ku li aliyekîli Heskefî êrîşî dîrok û çanda herêmê dikin û li aliyê din êrîşî vîna jinê ya azad dikin û wiha got: "Di şexsê bedana jinê de êrîşî nasname, felsefe, çand û vîna jiyana azad jinê dikin. Dixwazin civakê bê nasname bihêlin. Nixazin hemûnû nirxên civakê bê qîmet bihêlin. Navenda Piştevaniya Jinê ya Selisê ku 12 salin li Êlihê xebatan dimeşîne, hat girtin. Piştî hat girtin ev êrîş derket. Li ser vê esasê wekî KCD'ê em bang li gelê xwe, hemû sazî û partiyên xwe dikin ku li dijî vê yekê bêtir têbikoşin û bêdeng nemînin."