‘Pêşketina kurdî dê demokrasiyê bîne’ 2017-05-14 12:29:21 AMED - Nûnerên saziyên ziman ên bi KHK’ê hatin girtin, diyar kirin ku dewletê hertim pêşketina zimanê kurdî ji bo xwe wekî gefekê dîtine û wiha gotin: “Ji bo pêşî li pêşketina zimanê kurdî bigirin saziyên ziman hemû girtin. Pêşketina kurdî dê demokrasiyê bîne.” Kovara Hawarê di sala 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi tîpên latînî hat weşandin. Kurd ji sala 2006'an û vir ve 15 Gulanê vê rojê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî bi çalekiyên cur bi cur pîroz dikin. Piştî dibistanên kurdî hatin girtin herî dawî bi KHK’yên hatin derxistin saziyên zimanê kurdÎ jÎ hatin girtin û xwestin xebatên ziman asteng bikin. ‘LIGEL HEMÛ ZEXTAN DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMAN DERKEVIN’ Hevseroka Akademiya Ehmedê Xanî Enîse Ekîncî, diyar kir ku piştî saziyên wan htin girtin xebatên ziman bi dildarî didin meşandin û wiha got: “Bi salane zimanê kurdî tê qedexekirin û tune tê hesibandin. Zimanê kurdî ji dîrokê heta niha rastî zextan hatiye û ji Celadet Bedirxan heta niha hebûna xwe domand. 15’ê Gulane Cejna Zimanê Kurdî ku li dijî polîtîkayên tunekirin û zextan bi berxwedanê heta roja îro hat gelek girînge. Divê em her roj û ligel hemû zextan bi rihê cejnê xwedî li ziman derkevin.” ‘DEMA DÎTIN KURDÎ PÊŞDIKEVE SAZIYÊN ME GIRTIN’ Ekîncî, da zanîn ku ligel polîtîkayên asîmîlayonê bi milyonan kesan kurdî xwendin, nivîsandin ev jî serkeftinek bi berxwedanê hatiye bidestxistin û wiha pêde çû: “Serkeftinên kurdan ên li qadan dibe sedema tirsa dewletê. Ji ber vê rastî êrîş, zext û girtina tê. Dewlet bi heman tirsê hemû saziyên zimanê kurdî girtin. Dema ku dîtîn zimanê dixwazin asimle bikin pêşdikeve serî li vê rê dan.” ‘ZEXTAN HIŞT KU XWEDÎDERKETIN MEZIN BIBE’ Ekîncî, anî ziman ku ger zimanê kurdî pêşbikeve û li hemû qadan bê axaftin dê bi xwere demokratîkbûnê bîne û wiha domand: “Lê dixwazin vê asteng bikin. Ziman hat wê astê ku di dibistananên bi pêşengiya saziyên ziman hatine vekirin de dersen ziman bên dîtin. Ji bo pêşiya vê bigirin dibistan û hemû sazî girtin. Bi van zextan gelo gihiştin armanca xwe? Na. Dibe ku demekê xebatê ziman rawesta bin lê dê ji asta hatiye venegere. Ligel hemû zextan xebatên ziman didomin. Sazî hatin girtin lê kolan, mal, tax vegeriyan qadan û xebat didomin.” Rêveberê KURDÎ-DER a hatiye girtin Zeyat Ceylan, destnîşan kir ku piştî îlankirina OHAL’ê êrîşî hemû destkeftiyên kurdan hatine kirin êrîş berdewam dikin û wiha got: “Ev êrîş gelo dê serbikevin? Di cîhanê de tu dewlet bi zextên li ser gelê xwe negihijtiye serkeftinê. Dê li herêmê jî bisernekeve.” ‘DIVÊ LI DIJÎ ZEXTAN EM BÊTIR LI TÊKOŞÎNÊ XWEDÎ DERKEVIN' Ceylan, anî ziman ku piştî saziyên kurdan hatin girtin, di nava gel û îktîdarê de pir hilweşiya û bêtir ji hev dûr ketin. Ceylan, da zanîn ku bi girtina saziyên kurdan û girtina saziyên ziman, têkiliya di nava gel û dewletê de kirin kaos. Ceylan, destnîşan kir ku bi têkoşîna parastina ziman, di heman demê de li dijî şer têdikoşin û wiha got: "Divê di vê pêvajoyê de em bêtir bi kurdî bi axivin û bêtir li kurdî xwedî derkevin. Ger ku em bêtir kurdî û ziman biparêzin em dêbêtir demokrasiyê pêş bixin. Divê gel jî bêtir li saziyên xwe û zimanê xwe xwedî derkevin. Em bi ziman û çanda xwe hene. Ger ku em li ziman û çanda xwe xwedî dernekevin tu wateya hebûna me tune ye." 'AQLÊ DEWLETÊ KURDÎ HER DEM WEKÎ GEF DÎT' Mamosteyê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Mehmet Esen jî anî ziman ku wan bi sedan xwendekar di aliyê ziman de perwerde dikir û bi hinceta perwerdehiya rêxistinî dide xwendekaran dibistana wan hat girtin û wiha got: "Mesele ne ji ber perwerdehiya rêxistinî bû. Mesele ji ber perwerdehiya zimanê zikmakî bû. Wekî hemû cîhanê mufredata dibistana Ferzad Kemenger jî hebû. Yekem car bi kurdî ders dihat dayîn. Lê ji ber ku Aqlê Dewletê her dem kurdî wekî gef li pêş xwe dibîne dibistan girtin. PÊŞKETINA KURDÎ DÊ DEMOKRASIYÊ BIXWE RE BÎNE' Esen, herî dawî da zanîn ku ji bo zarokên kurd fêrî ziman, çand û dîroka xwe nebin dibistana kurdî hat girtin û wiha got: "Li Tirkiye pergala li ser netew dewlet hatiye avakirin heye. Ji ber vê yekê zêde cihê demokrasiyê tune. Welatê ku cihê demokrasiyê lê tune be cihê ziman û çandên cuda jî tune. Ji ber vê yekê ger ku parastina ziman û çandê pêş bikeve dê bi xwe re demokrasiyê jî pêş bixe. Heta niha tu carî astengiyên polîtîk negihiştine encamê. Kesên ku zimanê kurdî wekî gefan dibînin nagêjin armanca xwe. Divê bêtir li gorî aqil tev bigerin. Ger ku li vî welatî perwerdehiya bi zimanê dayikê pêş bikeve dê demokrasî û mafên mirovan jî pêş bikeve.