Parêzera Ocalan: Tirkiye nahêle CPT raporê aşkere bike 2017-05-14 12:33:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal tecrîda Îmraliyê ya li ser Ocalan nirxand. Uysal diyar kir dewleta tirk nahêle ku CPT rapora xwe ya Îmraliyê biweşîne. Endama Buroya Hiqûqa Asrînê û Parêzera Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal diyar kir ku nayê qebûlkirin ku saziyên navneteweyî bi fikara siyasî tecrîda li ser Ocalan ku di aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn de bi israr e li ber çavan negirin. Uysal tecrîda ku ev 18 sal in li Girava Îmraliyê didome, bi dîroka îşkence û tecrîdê bi nav kir û wiha got: “Em parêzerên birêz Ocalan ji bo ku vê tecrîd û îşkenceya ku ev 18 sal in didome rakin me di hêla hiqûqî de gelek serlêdan kirin. Dewleta tirk birêz Ocalan li dijî kurdan wek ku rehîneyek nêz dibe.” RAPORA IMRALIYÊ Uysal diyar kir ji bo ku li Îmraliyê dawî li sîstema tecrîd û îşkenceyê were gelek cara serî li saziyên hewce dane û wiha got: “Ji bilî van serlêdanên me ku ji 1999’an ve em dibêjin li Girava Îmraliyê îşkece heye, CPT jî cara caran tê Tirkiyê û diçe Girava Îmraliyê. Di vê mijarê de hin raporan diweşîne lê hin raporên di serdena 28-29’ê gulana 2016’an de qet nehatin weşandin. Li gel ku di ser hevdîtinê re salek derbas bûye jî ev rapor nehate weşandin lê di hevdîtinên du alî de em pê dizanin ku ev rapor hat Tirkiyeyê û Tirkiyeyê ramanên xwe û şerhên xwe danîn ev rapor ji CPT’ê re şand. Lê CPT ji bo ku şerha Tirkiyeyê hebû, di vê mijarê de rapora xwe û tu agahiyek derbarê raporê de ne weşand. Ev rewş bi xwe jî nîşan dide ku rapor derbarê Tirkiyeyê çendî tabloyeke xirab xêz kiriye. Astengkirina weşandina vê raporê wê îtîbara dewleta tirk di qada navdewletî de bişkîne, ji bo ku dê rewşa birêz Ocalan û tiştên ku li Îmraliyê dibin vebêjin, weşandina raporê asteng dikin.’’AMED -?ANF