Dayîkên Geziyê ji bo Gulmen û Ozakça dest bi greva birçîbûnê kirin 2017-05-14 14:33:37 HATAY - Dayîka Alî Îsmaîl Korkmaz û Ahmet Atakan ên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku 67 rojin di greva birçîbûnê de ne dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin. Dayîka Alî Îsmaîl Korkmaz Emel Korkmaz û Ahmet Atakan emsal Atakan ên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Parka Buyuk Antakya ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Korkmaz û Atakan ku parkarta “Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji bo kar, rûmet û keda xwe 67 rojin di greva birçîbûnê de daxwazên wan qebûl bikin” vekirin û bervankên spî yên li ser “Ji bo piştgiriyê di grevê de ne” hatine nivîsîn li xwe kirin. Nûnerên STK yên li bajar û gelek kesan piştgirî dan çalakiyê. Dayîkên ku daxuyaniyek kurt dan xwestin ku daxwazên Gulmen û Ozakça bên qebûlkirin.