Gelê Farqînê Serê Gulanê pîroz kirin 2017-05-14 16:48:34 AMED - Gelê Farqînê bi minasebeta Serê Gulanê ku her sal di 14 gulanê de pîroz dikin, di bin astengî û siya OHAL'ê de bi şahiyekê pîroz kirin Li navçeya Farqînê ya Amedê Serê Gulanê ku her sal di 14’ê gulanê de wekî kevneşopiyekê bi şahiyekê pîroz dikin, îsal di bin sî û tundiya OHAL'ê de pîroz kirin. Gelê Farqînê berî qeyûm bê tayînkirin bi hevkariya Şaredariya Farqînê ya DBP'î şahî pêk dianîn. Lê îsal gel bi derfet û hewldanên xwe şahiya Serê Gulanê pêk anîn. Gel, şahî li ser Çiyayê Zîvetirkê, li gundê Bêzwan, li Parka Kanya Navîn û li Parka TOKÎ bi beşdariya deh hezaran welatiyan pîroz kir. Rêveber û parlamenterên HDP û DBP ku Feleknas Uca û Mehmet Alî Aslan jî tev li şahiyê bûn. ROJEK XWEŞ DERBAS KIRIN Welatiyên Serê Gulanê pîroz kirin, cih û warên pîroz jî ziyaret kirin. Gelê Farqînê, di saetên serê sibê de ji malên xwe derketin û hatin qadên pîrozbahiyê. Ji zarokan heta kal û pîranan bi hezaran welatî herikîn qadan û şahî pîroz kirin. Gel bi coşek mezin û kêfxweşiyek mezin ev roj pîroz kirin. Li ber stran û lêdana erbaneyê govend gerandin. Klam gotin û rojek xweş li pey xwe hiştin. Di şahiyê de Parlementer Feleknas Uca diyar kir ku ew hatine ku vê roja dîrokî û xweş bi hev re pîroz bikin û wiha got: "Em bi bedelên giran hatina van rojan. Em dixwazin hemû gelê me li çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Îro Roja Dayikan e. Heke em dîroka xwe ji bîr nekin em dê rojên ronî diyarî zarokên xwe bikin. Roja Dayikan rojek pîroz û girîng e. Lê mixabin dayik û jinên kurd vê rojê li ber derê girtîgehan û morgan derbas dibin. Em vê rojê di şexsê Dayika Taybet, xwişka Selamet Yeşîlmen û hemû jinên cangorî li tevahiya jin û dayikên kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku dê ev roj bibe wesîla azadî, aştî û rojên xweş.” Rêveberên HDP û DBP piştî ziyaretan ji qadê vegeriyan. Gelê Farqînê jî piştî seyranek geş û xweş û bi coş di saetên êvarî de vegeriyan malên xwe.