Gundên Aladagê: Rê hebûna zarok nedihatin kuştin 2017-05-15 09:08:04 EDENE - Welatiyên gundê Aladagê yên malên wan di nava çiya de hatiye avakirin, xwestin ku êdî rêyên wan bên çêkirin. Gundiyan diyar kirin ku ger rêyên gundê wan hebûna dê zarokên di şewatê de jiyanaxwe ji dest nedabûna. Di 29'ê Mijdara 2016'an de, li gundê Aladagê, 11 xwendekar û personelek 12 kesan li Şevnişîna Xwendekaran a Cemaeta Suleymaniyan di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn. Welatiyên ku gundê wan li nava çiyê hatiye avakirin û rêyên wan xerabe ne, bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan û diyar kirin ku ger rêyên wan hebûya û serwîs hatibûya gundê wan dê zarokên wan li şevnîşînan nemana û di şewatê de jiyana xwe ji dest nedidan. Welatiyên gundê Karahan ê navçeya Aladagê ku 35 kîlometre dûrî Alatagê ye, diyar kirin ku ji ber rêya wan xerabe ye û nehatiye çêkirin di çûn û hatina navçeyê de pir zor û zahmetiyan dijîn. Welatiyên ku heta ji gund digêjin navçeya Aladagê 39 virajan derbas dikin. Gundiyan anîn ziman ku berî wezîr bê gundê wan hin rê ji bo wezîr çêkirin û wiha gotin: "Heta 2010'an rêyên vî gundî tune bûn. Kesî nizanibû ku li vir gund heye ya na. Piştî gund bi şaredariya bajarê mezin ve hatin girêdan fêr bûn ku li vir gund hene û li vir gundî dijîn. Welatî Osman Demir diyar kir ku 35 salin li Gunde Karahanê dijî û rêyên gund pir xerab in. Demir, anî ziman ku di demsalên zivistanî de bi temamî rêyen gund tên girtin û wiha got: "Dema baran dibare bi temamî rê tên girtin. Dema nexweş çê dibin an jî pêdiviyek wan li navçeyê çê dibe nikarin biçin û bên. Em dixwazin rêyên van gundan bên çêkirin. Ger ku rêyên van gundan hebûna dê ambulans bihata gund. Dê serwîzê xwendekaran bihata gundan û dê zarok di şevnişînên zarosan de jiyana xwe ji dest nedabûna. Keyayê Gundê Kişlakê Veli Bulut, jî anî ziman ku ji bo rêyên gundê wan bê çêkirin daxwazname dane şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê lê tu encam bi dest nexistine. Bulut, anî ziman ku tenê 12 kîlometre rê çêkirine, lê nêvî hiştine. Bulut, da zanîn ku ew bawer nakin ku rêyên wan bên çêkirin û wiha got: "Li gel rê ceyran û av jî tune ye. Trafoyê ceyranê hêj ji sala 1980'an maye û divê bê guhertin.