Li 14 mezrayên Bedlisê qedexeya derve ilan kirin 2017-05-15 11:32:30 BEDLÎS - Walîtiya Bedlisê beriya operasyona li hîzanê li 14 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kir. Li navçeya Hîzanê ya Bedlisê beriya operasyona leşkerî li 14 mezrayan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Bedlisê daxuyanî da û diyar kir ku heta fermana duyemîn dê qedexeya derketina derve bidome. Li gorî daxuyaniyê Mezra Dîbekê ya gundên Kapisuyu yê Hîzanê, mezraya Arpali ya gundê Gayda, mezrayên Klavuza jêrîn û jorîn a gundê Akşarê, mezrayên Duztepe, Çevrecik, herêma Yedikardeş Nonivon, mezraya Karaagaç, mezraya Akbaş a gundê Horozdere, mezraya Bolge ya Horozdere, mezra Hoçînîk a gundê Akdikê, mezraya Pegoso ya gundê Akşarê, herêma Piroso Nazar, mezra Akinca yê gundê Gayda, Mezraya Korigari ya gundê Gayda qedexe hat îlankirin. Duh li herêma Daristana Sehî şer derketibû û di şer de cerdevanek hatibû kuştin.