Zarokê ku ket Çemê Dîcleyê winda bû 2017-05-15 17:44:44 ŞIRNEX - Li Cizîrê zarokê 5 salî yê bi navê Berdirhan Şen ê ku bi malbata xwe re çûbû geştê ket ava Dicleyê, winda bû. Li gundikê Îsaxa ya Cizîra Şirnexê zarokê 5 salî Bedirhan Şen ê ku şevê din bi malbata xwe re ji bo geştê çûbû ber Çemê Dîcleyê ket nav avê. Bedirhan piştî demek kurt di nav çem de winda bû. Malbata ku bi derfetên xwe Bedirhan nedîtin alîkarî ji tîmên avê yên Şaredariya Cizîrê, AFAD'ê û cendermeyan xwestin. Li gel hemû lêgerînan jî heya niha niha Şen nehatiye dîtin û malbat ji bo dîtina zarokê xwe hîn jî li ber Çemê Dîcleyê .