Bi torbeyan kartol û pîvaz dikirin 2016-11-15 09:33:25 COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ku hewa her diçe sar dibe welatî ji bo zivîstanê pîvaz û kartolan bi torbeyan dikirin û dibin malên xwe. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hewa her diçe sar dibe. Welatî ji bo amadekariyên zivistanê kartol û pîvazan bi torbeyan dikirin û dibin malên xwe. Ji bo eleqeya firotina kartol û pîvazan herî zêde jî esnafên bajar kêfxweş in. DIKIN DEPOYAN Omer Çîftçî yê ku li navçeyê nêzî 10 sal in kartol û pîvazan û sebzeyan difiroşe diyar kir ku li navçeyê di mehên zivistanê zêdetirî hezar ton kartol û pîvaz tê firotin. Çîftçî anî ziman ku ji ber zivistanê kartol û pîvaz di şertên zivistanê de saxlem dimînin herî zêde ev tê kirin û welatî dikin depoyan. Çîftçî wiha axivî: "Li vir zivistan zêditirî 7 mehan didome. Ji ber vê yekê jî ev xwarin gelek tên xwarin. Di warê tenduristiyê de jî baş in." JI BI HEMÛ KESAN GUNCAW E Çîftçî diyar kir ku kartol û pîvaz ji ber ku erzan e welatî zehmetiyê nakişînin, kîloya kartolên ji Nevşehîrê tên 50 quruş û 1 TL'î tê firotin.