Mertalê Firatê bihev ketin: Zêdetirî sed kes hatin kûştin 2017-05-16 13:27:24 HELEB - Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku biryara Astena di nava komên Mertalê Firatê de perçekirin çêkiriye û pêvçûnên dijwar diqewimin. Çavkaniyan anin ziman ku di pevçûnan herêma Şehbayê de zêdetirî 100 kes hatin kuştin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku piştî biryara civîna Astana ya ji bo 4 herêmên bakurê Suriyê a îlankirina “Heremên bêpêvçûn”, bi boneya hakimiyeta heremê bixin destê xwe di navbêra komên sereke yên girêdayên Mertalê Firatê de şerê dijwar çêdibe. Hat destnîşankirin ku di navbêra komên sereke yên Mertalê Firatê ên wek Ehrar û Şam, Feyleq El Şam, El Cebhet el Şamiye, Ehrar El Şerqiye û Tugaya Sultan Murat de ji heremên Cerablûs heta Babê pêvçûnên dijwar diqewimin. Li gor agahiyên herêmê zêdeyî 100 kes hatin kuştin. Endamekê koma El Cebhet el Şamiyê A.L.S, destnişan kir ku sedema van pêvçûnan piştî biryara civîna Astana ya Îran, Tirkiye û Rusya 4 heremên bakurê Suriyê wek e “Heremên Bêpêvçûn” ragihandin e û wiha got: "Niha ketine nava şerê dê kî li ser kijan herêmê serweriyê bike. Kijan herêm dê di destê Mertalê Firatê be ji bo vê yekê şer dikin. Sedema pêvçûnan israra desthiladariya Tugaya Sultan Murat a heremê ye. PIŞTI CIVÎNA ASTANA BI HEV KETIN Şeniyên herêma Cerablûsê jî diyar kirin ku li başurê bajarê Cerablûsê di navbêra çeteyên selefî El Cebhet El Şamiye û Tugaya Sultan Murat de şer û pêvçûn derketine û di van pêvçûnan de ji El Cebhet El Şamiye 51 û ji Tugaya Sultan Murat jî 29 endamên koman hatin kuştin. Li gor agahiyan sedema vê pêvçûnî, biryara di civîna Astana de derketine ye û her du kom Tugaya Sultan Murat û El Cebhet El Şamiye tevlî civînê bibûn, lê piştî demekî El Cebhet El Şamiye xwe vekişandibû. Hat ragihandin ku bi israra Tugaya Sultan Murat dixwaze di heremê de desthiladariyê bike lê El Şamiye jî li hemberê vê yekî derdikeve. Demeke dirêje di navbêra Ehrar û Şam û Tugaya Sultan Murat li Cerablusê jî pêvçûnên dijwar hene. Hat ragihandin ku ev pêvçûn duh jî di ketina bajarê Cerablusê de careke din qewimî û bi seatan dom kir. Hat gotin ku di pêvçûnan de heta niha 7 endamên Ehrar El Şam û 21 endamên Tugaya Sultan Murat hatine kûştin. Demeke ku Ehrar El Şam desthiladariya Sultan Murat a li herêma Cerablusê qebûl nedikir û vê yekê di hemû daxuyaniyên xwe yên di tora civakî de jî aşkere dikir. Şêniyên Cerablusê tirsa xwe tînin ziman ku ev şer û pêvçûn derbasî nava bajêr bibe. Hat gotin ku şandeyek ku ji endamên MÎT û leşkeran pêk tê ji Kilîsê derbasî Cerablusê bûne û li bajarê Cerablusê OHAL îlankirine. ŞERÊ LI BABÊ DIDOME Eniyeke şer a di navbêra komên di nava Mertalê Firatê de li dora Babê jî diqewim e. Hat ragihandin ku ji ber ev demeke hin endamên Ehrar El Şerqiyê ji hêla Feyleq El Şam ve hatine girtin. Li gor agahiyan ligel hemû israrkirinê girtî nehatine berdan û ev bûye sedema pêvçûnan. Di pêvçûnan ji her du aliyan ve gelek kuştî û birîndar hene. Her wiha hate gotin ku Ehrar El Şerqiyê baregehek biçûk a ku gelek çekên Feyleq El Şam di navê de heye hatiye rûxandin. Demeke di navbêra van her du komên Mertalê Firatê de ji bo hakimiyeta başur-rojavayê Babê nîqaş hebûn û endamên hev binçav dikirin. Cih bi cih jî alîgirên hev dikûştin.