Wekîlê Hevşaredariya Geverê tehliye bû 2017-05-16 18:23:13 COLEMÊRG -Wekîlê Hevşaredariya Geverê Husnu Beşer ê ku zêdeyî salekê ye girtî ye, tehliye bû. Wekîlê Hevşaredariya Geverê Hunsu Beşer ê ku di 13'ê Nîsana 2016'an de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 15'ê Nîsana 2016'an de bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, tehliye bû. Beşer, li Girtîgeha Kirikkaleyê dihat ragirtin û îro di dadgehkirina navberiyî de hat berdan.