Dê di Doza Sûrê de alîgirê walî yê berê yê ku ji Sûrê berpirsyar, wek şahid bê guhdarîkirin 2017-05-16 21:41:11 AMED - Di doza Sûrê ya ku 28 jê girtî 40 kes tên darizandin de, 9 kes hatin tahliyekirin û her wiha dadgehê biryara ku di dozê de îfadeya Alîgirê Waliyê Amedê yê berê Mehmet Demir ê ku di çarçoveya "FETO"yê de hat girtin bê stendin da. Di doza Sûrê ya ku 28 jê girtî 40 kes tên darizandin de 9 kes hatin tahliyekirin. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku doz lê hat dîtin, doz taloqî Îlonê kir. Di rûniştina dozê ya ku îro hat dîtin de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen der barê korîdora jiyanê ya ji bo tahşiyekirina sivîlên li Sûrê wek şahid hat guhdarîkirin. Ozmen, anî ziman ku ji bo li Sûrê rê li ber qetilkirina mirovan bigirin ew wek STK'yên li Amedê tevgeriyane û ji bo tehliyekirina sivîlan wan bi alîgirê walî yê berê Mehmet Demir re hevdîtin çêkiriye. Li ser vê dadgehê, biryara ku di dozê de îfadeya Alîgirê Waliyê Amedê yê berê Mehmet Demir ê ku di çarçoveya "FETO"yê de hat girtin bê stendin da.