Îdia: Wekîlê AKP'î ji bo îstismarkaran li dozger geriya Îdia hat pirsîn: Kar û barê wekîl zêde ye, nikare hevdîtinê çêbike 2017-05-17 09:21:26 ÊLIH - Di çarçoveya lêpirsîna ji bo îstismara zayendî û skandala fuhûşî ya li Êlihê de 4 kes hatibûn girtin. Hat îdiakirin ku wekîlê AKP'î Ataullah Hamidi ji bo berdana her 4 kesan li dozger geriyaye. Hamidi ji ber "zêdebûna kar û bar" îdia nebersivandin. Li Êlihê, G.'ya 14 salî bi mehan bi awayekî sîtematîk hatibû îstismarkirin û fuhûş lê hatibû ferzkirin. Piştî aşkerebûna vê skandala fuhûşî, niha detayên bûyerên derdikevin holê. Hat hînbûn ku piştî bûyerê, tevî G.'ya 14 salî bi dehan zarokên ku fuhûş li wan hatiye ferzkirin, di bin banê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî de hatine parastin. Piştî G. li dozgeriyê îfade da, lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de Yildiz Ç. ya ku fuhuş li G. ferz kiriye û kesên bi navê Şakir A., keya Abdulkadir T. û kesekî ku navî nehat zanîn ên ku G. îstismar kirine hatin girtin. Hat derpêşkirin ku, di pêvajoya referandûmê de keya Abdulkadir T. xebatên "Erê" bi rê ve birine û ji bo beşdarbûna mîtînga Serokomar Tayyip Erdogan a ku di 1'ê Nîsanê de li Amedê hat lidarxistin, gef li gel xwarine. Piştî girtina 4 kesên ku bi awayekî sîstematîk fuhuş li zarokan ferz kirin, ji bo dosyeyê biryara nepeniyê hat dayîn. Her wiha tê îdiakirin ku ji ber "li bajêr tên nasîn" gelek kesên hevparê vî sûcî ne jî hatine berdan. ÎDIAYA KU WEKÎLÊ AKP'Î LI DOZGER GERIYAYE Hat îdiakirin ku ji bo berdana 4 kesên hatin girtin, Parlementerê AKP'ê yê Êlihê Ataullah Hamidî bi riya telefonê li dozgerê lêpirsînê geriyaye. Hat ragihandin ku, li hemberî vê daxwazê dozgerê lêpirsînê bertek nîşanî Hamidi daye. Her wiha hat derpêşkirin ku ev bûyer, di rapora ku ji aliyê pisporên civaka xizmetî yên di bin banê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî de xebatan bi rê ve dibin de jî xwe daye. Der barê raporê de em li pisporên xizmeta civakiyî geriyan, lê ji ber biryara nepeniya dosyeyê agahî nedan. BÊDENGIYA RAYEDARAN LI BAJÊR GUMANAN ZÊDE DIKE Ji ber vê bûyerê gelê herêmê dudilî ye ku zarokên xwe bişînin dibistanê û her wiha dixwazin biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê rakirin û berpirsiyar bên teşhîrkirin. JI BER 'KAR Û BARÊ WÎ ZÊDE YE', PARLEMENTER NIKARE...! Li ser van îdiayan em li Parlementerê AKP'ê yê Êlihê Ataullah Hamidi geriyan, lê belê şêwirmedê wî diyar kir ku ji ber kar û barê parlementer zêde ye hevdîtin nepêkan e. Her wiha şêwirmend, derpêş kir ku ev îdia ne rast e û hewldaneke wisa çênebûye. Ozgur Paksoy - dihaber