Parêzvanên Erdogan li Washingtonê jî êrîşî girseyê kirin 2017-05-17 10:42:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên Serokomar Erdogan li Washingtonê jî êrîşî koma ku li ber Baregeha Balyozxaneya Tirkiyeyê Erdogan şermezar kirin, kirin. Polîsên Amerîkayê yên di durxistina parêzvanan de kêm man, dem bi dem bi copan parêzvan durxistin. Beriya Serokomar Recep Tayîp Erdogan bê ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê komek ji bo şermezarkirin li ber balyozxaneyê kombûn. Koma li hemberî balyozxaneyê kombûn û di destê wan de pankarta “Ji Demîrtaş re azadî” hebû li dijî Erdogan dirûşim berzkirin. Di navbera komek din a ku di destê wan de alên tirk hebûn û koma dijî Erdogan de nîqaş derketin. Piştî demekê komek ji parêzvanên Erdogan pêk tê êrîşî koma ku ji Demîrtaş re azadiyê dixwazin kir. Piştî vê koma di destê wan de alên tirk hebûn jî êrîş kirin. Polîsên Amerîkayê yên di astengkirina êrîşê de kêm man parêzvan dan ber copan. Her wiha piştî Serokomar Erdogan hat balyozxaneyê parêzvanên nêz ên serokomar jî tevlî koma êrîşkar bûn. Polîsên bertek nîşanî parêzvanên ku jin û zilamên ketin erdê dan ber pehînan dan, komek takviye xwest. Piştî êrîşê hêzên midûryetê hatin cihê bûyerê riya hatin û çûna li qada Sheridanê ya ligel Balyozxaneyê ye girt. Di êrîşê de 10 kes birîndar bûn. 2 birîndarên rewşa wan giran bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê û 8 kesên din jî bi minîbusan rakirin nexweşxaneyê. Piştre Serokomar Erdogal li ber balyozxaneyê bi koma êrîşkar re sohbet kir. LI BER QESRA SPÎ JÎ ÇALAKIYA ŞERMEZARKIRINÊ Li aliyê din koma li ber Qesra Spî kom bûn jî dirûşmên li dijî Erdogan berz kirin. Çalakvanên ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê û wêneyên parlamenterên girtî rakirin dirûşmeyên li dijî Erdogan berzkirin. Çalakvanên daxwaza azadiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kirin xwestin ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin. BERIYA NIHA JÎ ÇÊBÛBÛ Di bernameya Serokomar Recep Tayîp Erdogan a 5’ê Sibata 2016’an de a li Ekvadorê parêzvanên Erdogan êrîşek komek jinên xwestin Erdogan şermezar bikin, kiribûn û dema Parlamenterê Ekvadorê Diego Vintimilla xwest parêzvanan asteng bike hatibû derpkirin. Di êrîşa parêzvanan de pozê Parlamenter Vintimilla şikestibû û Parlamentoya Ekvadorê ev êrîş şermezar kiribû. Di 30’ê Adara 2016’an de Serokomar Recep Tayîp Erdogan, ji bo tevlî Zîrveya Ewlehiyê ya Nuklerê bibe û hevdîtinan pêk bîne çûbû Washingtonê, li vir rastî şermezarkirinan hatibû û çalakvab rastî êrîşa parêzvanên wî hatibûn. Di 10’ê Hezîrana 2016’an de, di navabera parêzvanên Erdogan û rayedarên serwîsa veşartî ya Amerîkayê de nîqaş derketibû. Rayedarê Amerîkayê yê ku li gorî protokolê mecbûr bû parastina Erdogan bike, dema Erdogan li wesayîtê siwar bû li ber wesayîtê rawestiya, dema parêzvanê Erdogan jî xwet li heman cihî raweste di navbera herdu parêzvanan de nîqaş derketibû. Rageşî, piştî parêzvanên din ketin navberê bêyî mezin bibe hat çareserkirin.