Erdogan tişta li bendê bû negirt lê rojnameyan dan 2017-05-17 11:32:12 ENQERE - Piştî hevdîtina Serokomar Erdogan a li DYE’yê, nîqaşên gelo tişta hêvîdikri bidest xist yan na didomin, rojnameyên di bin kontrola hikûmetê de ne diyar kirin ku Erdogan “Serkeftî ji DYE’yê vegeriyaye” û “pêvajoyek nû daye destpêkirin.” Nîqaşên li ser hevdîtina serokê DYE’yê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan a li Qesra Spî 20 deqeyan domkir didomin. Di kurika Erdogan de têkiliya YPG-DYE, cemaeta Gulen û Zarraf hebû. Erdogan piştî hevdîtinê di daxuyaniya ku pirs qebûl nekirin de mijara çekdayîna YPG’ê kir rojeva bingehîn. Trump jî di daxuyaniya ku kurt dayî de bal kişand ser bazirganiyê û wiha got: “Em li dijî DAÎŞ û PKK’ê piştgirî didin Tirkiyeyê.” Daneyên hevdîtinê di çapemeniya cîhanê de bi analîzên wekî “Erdogan tişta hêvîdikir bidest nexist” hat nirxandin çapemeniya di bin kontrola hikûmetê de ye jî wekî “Serkeftinê” nirxand. Rojnameyên îro bi manşetan “Serkeftin” wiha dît: Rojnameya Star; "Erdogan nokte danî; Li herêma me cihê PYD'ê tune ye” Rojnameya Sabah; "Di pêşeroja herêmê de cihê terorê tune ye” Rojnameya Akît; "Bi DYE’yê re pêvajoyek nû” Yenî Şafak; “Bingeha pêvajoyek nû hat avêtin” Rojnameya Postayê ku wêneyê Erdogan û Trump da; “Tişta pêwîst got” Rojnameyan axaftina Trump a ji bo pêwîstiyên Erdogan daye jî wekî “Kêmkirina şîdeta li Sûriyeyê”, “Bihêzkirina bazirganiyê” û “Sparîşa ji bo amûrên şekeri” nirxand.