Rojnameger Olmez dê sibehê derkeve pêşberî dadgehê 2017-05-17 11:32:44 MÊRSÎN - Li Mêrsînê 24 kesên ku ji wan 18 kes girtî ye û di nav de xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez û Serokê ÎHD'ê yê Mêrsînê Alî Tanriverdî jî hene dê sibehê derkevin pêşberî dadgehê. Li Mêrsînê di 12'ê Kanûna 2016'an de di operasyona li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi temamî 153 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 72 kes jî hatibûn girtin. Doza derbarê 24 kesên ku ji wan 18 kes girtî nê û di nav de xebatkara Radyo Sesê ya bi Bİryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Fatma Olmez û Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Alî Tanriverdî jî hene dê sibehê saet di 11.00'an de li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê bê dîtin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Nûnera ÎHD'ê ya Herêma Akdenîzê Yasemîn Dora Şeker jî li bendê ye beşdarî dozê bibin. Di îdianameyê de daxuyaniyên çapemeniyê ya Olmez a ku wekî xebatkara radyoyê şopandiye, wekî sûc hatiye dîtin, dîsa şopandina çalakiyên ku ji aliyê ÎHD û Platforma Demokrasî û Kedê ya di 2014 û 2015'an de jî wekî sûc hatine hesibandin. Ligel ku karta çapenemiyê ya Olmez heye û di saziyê de bi sîgorte dixebite jî wekî "endama rêxistinê" hatiye nîşandan. Parêzerê Olmez, Alî Bozan diyar kir ku sedema girtina muwekîla wî nûçeyên ku wekî xebatkara Radyo Sesê şopandiye ye, bernameyên ku tê gotin Olmez beşdar bûye hemû jî bi agahiya emniyetê hatine lidarxistin û wiha berdewam kir: "Jibilî vê jî di nava dosyayê de di qeydên kamera û wêneyan de jî bi awayeke aşkera tê dîtin ku olmez nûçegihana Radyo Sesê ye. Ligel vê yekê jî Fatma bi îdiaya 'endama rêxistinê ye' û 'propagandaya rêxistinê kiriye' dê sibehê derkeve dadgehê. heta niha girtîmayîna Olmaz bi hiqûqê nayê îzahkirin. Heta niha serlêdanên ji bo serbestberdanê hemû bêencam man." Bozan got ku li bendê ne Olmez di doza sibehê de bê berdan. 'GIRTINA WAN NEHIQÛQÎ BÛ' Sekreterê ÎHD'ê ya Mêrsînê parêzer Ozgur Çaglar jî wiha axivî: "Serokê me yê şaxê 157 roj in girtî ye. Azadiya wî hatiye astengkirin. Kesekî ku tenê fikr û ramenên xwe aşkera kiriye, parazvaniya mafên mirovan kiriye hatiye girtin." Çaglar destnîşan kir ku Tanriverdî 5 meh in bi awayekî nehiqûqî girtî ye û wiha got: "Serokê şaxa me 71 salî ye û nexweş e. Jibilî ve jî hemû kesên girtî ne bi awayekî bêhiqûqî tên girtin. Kesên ku hatine girtin derveyî hiqûqê û di encama operasyonên siyasî hatine girtin û 5 meh in girtîbûna wan didome. Divê hemû bên berdan û beraet bikin."