Polîsan gule berdan û ketin malê 2017-05-17 14:16:20 SÊRT - Tîmên taybet ên ku li Sêrtê bi ser malan de girtin li malê Vecîde Çetîn a ku bi 3 zarokên xwe re bû dema ku derî vekir gule berdan wan. Çetîn got bi tesadufî filitîne. Li taxa Çakmak û Koperatîf ên Sêrtê tîmên taybet bi ser malan de girtin û kesek hate binçavkirin, polîsan di malekî de çek bi kar anîn. Tîmên taybet ên ku serê sibehê li taxa Koperatîfê bi ser mala Nevat Çetîn de girtin gule berdan hundir. Hevsera Çetîn, Vecîde Çetîn têkîldarî bûyerê wiha got: "Serê sibenê di 05.30'an de li derî dan. Em radiketin. Hevserê min Necat derveyî bajar bû. Li malê bi 3 zarokên xwe ve bûm. Dema ku min derî vekir çeka tîmekî taybet teqiya 2 gule bi tesadufî bi me neket. Li eşîka malê ket. Ji ber ku min xwe ber bi pişt derî dabû xilas bûm. Lê ji ber ku gule li erdê ketin perçeyên keviran bi me ketin. Zarokên min pir tirsiyan. Ez jî tirsiyam. Em hemû ji ber tiştên ku serê sibehê qewimî tirsiyan." POLÎSAN CD'ÊN DAWETÊ DESTESER KIRIN Çetîn diyar kir ku ligel ku gotiye hevserê wê ne li malê ye jî dîsa jî polîsan li her derê malê lêgerîn kirine û wiha berdewam kir: "Lİ her derê lêgerîn kirin. Ji ber ku tiştek nedîtin jî CD'ên me yên dawetê desteser kirin, flaşên vala birin." Çetîn got ku polîsan bi belgeyekî ku zirar nedane malê bi wê dane îmzekirin û wiha axivî: "Xwendin û nivîsandina min tuneye. Belgeyek bi min dan îmzekirin. Dema ku min pirsa belgeya çi ye kir gotin têkîldarî zirarek nedane malê ye. Mİn îmze kir, Min gote we zirar neda malê lê zirar da me, zarokên min tirsandin, we bandor li psîkolojiya me kir. Çawa we zirar nedaye? Me av zirar nîne?" Polîsan bi ser mala bavê Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn, TEvfîk Çetîn de jî girtin. Çetîn ê li taxa Çakmakê rûdinê ji ber ku derveyî bajar bû, welatiyê bi navê Ferhat Çetîn ê li malê bû hate binçavkirin. sedema binçavkirina Çetîn nehat hînbûn û ew birin emniyetê.