Ji bo Gulmen û Ozakça çalakiya faksan 2017-05-17 15:02:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên perwerdehiyê ku li Edene, Mêrsîn û Hatayê li hev kom bûn, bi armanca piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 70 rojin di çalakiya greva berçibunê dene faksên ku daxwazên Nuriye Gulmen û Semih Ozakça tînin ziman ji Serokwezîr, MEB û YOK'ê re şandin. Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên ji bo parastina mafên xwe 70 rojin di çalakiya gireva birçîbûnê dene, ji Serokwezir MEB û YOK'ê re faks şandin. Komek kedkarên perwerdehiyê li pêş Postexaneya Cemalpaşa kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê kedkaran Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Ahmet Karagoz, axivî û xwest daxwazên Gulmen û Ozakça bên bersivandin. Kedkaran piştî daxuyanî dan faks şandin. ÎSKENDERUN Şaxa Egîtîm Senê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê li Postexaneya Navendî ya Îskenderûnê ji MEB û YOK'ê re faks şandin. Serokê Şaxa Egitîm Senê Ali Karadaş, diyar kir ku bi anmanca piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça û li daxwazên wan xwedi derkevin faksan dişînin. MÊRSÎN Endamên Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê jî li pêş Postexaneya Navendî ya Mêrsînê bi heman armancê daxuyanî dan û faks şandin.