Hevserokên HDP'ê yên Dêrgulê hatin binçavkirin 2017-05-17 15:49:31 ŞIRNEX - Hevserokên HDP'ê yên Bajaroka Dêrgulê Ekrem Guler û Meryem Akyurk hatin binçavkirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Bajaroka Dêrgula Şirnexê Ekrem Guler û Meryem Akyurk serê sibê di encama serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin. Guler û Akyurk ên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn li Qereqola Cendermeyan a Dêrgulê tên ragirtin.