Ji ber wêneyekî cezayê wî salekê hat dirêjkirin 2017-05-18 09:01:49 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Ramazan Togurlu yê ku 5 meh ji tahliyeya wî re ma, ji ber ku di dolaba wî ya cilan de wêneyê Murat Karayilan ê ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de derket hat dîtin, dê saleke din jî di girtîgehê de bimîne. Rêberê MEYA-DER'a Silopiyayê Ramazan Togurlu (56) ê ku 7 sal in di girtîgehê de ye, ji ber cezayê xwe yê dîsîplînê yê 15 rojan dê saleke din jî di girtîgehê de bimîne. Togurlu ragihand ku dema ew li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin, di 8'ê Mijdara 2016'an de li qawîşa ku ew lê dima lêgerîn hatiye kirin û ji ber ku di dolaba wî ya cilan de wêneyê Murat Karayilan ê ku ji Rojnameya Ozgur Gundemê hatiye jêkirin hatiye dîtin, cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. CEZA LI 16 GIRTIYAN HAT BIRÎN Dadweriya înfazê bi hinceta "Ji ber gotinên xwe yên ku dibe ku li saziyê bibin sedema tirsê, guman û panîkê" ceza li 16 kesan birî. Piştî ku girtiyan îtiraza cezayê hatiye birîn kir, Dadweriya Înfazê ya Girtîgeha Şirnexê di 5'ê Kanûna 2016'an de bi riya SEGBÎS'ê îfadeya girtiyên ku sewqî girtîgehên din hatin kirin wergirt. NEHIŞTIN PARÊZIYA XWE BIKIN Togrul ê ku di girtîgehê de hînî xwendin û nivîsandinê bû û 15 girtiyên din xwestin bi kurdî parêziya xwe bikin, lê belê dadweriyê bi hinceta ku "Bi qasî ku merema xwe vebêjin bi tirkî dizanin" daxwaza wan a parêziya bi zimanê dayikê red kir. Li ser vê girtiyan ji bo biryar bê betalkirin serî li dadgeheke hîn bilindtir dan. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê di encama lêkolîna xwe ya li ser dosyeyê de îtiraza girtiyan red kir. Di 10'ê Sibata 2017'an de ev biryar teblîxî Togrul ê ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin hat kirin. Kurê Togrul yê ku parêzerê bavê xwe ye Haşim Togrul piştî vê biryarê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Togrul ê ku di daxwazanameyê de diyar kir ku ev biryar biryareke derhuqûqî ye û li dijî qanûna ye, xwest dawî li cezayê disîplînê bê.