Gundiyên li sînor: Pêdiviya me bi kar heye, ne bi dîwaran 2017-05-18 09:04:32 ÎDIR - Li Îdir a ku sînorê wê bi Îran, Ermenîstan û Nahçivanê re heye, bi hinceta "ewlehiyê" biryara ku dê li ser sînor dîwarên betonî bê lêkirin hat dayîn. Welatiyan li dijî vê biryarê bertek nîşan da û wiha gotin: "Ji dêvla ku vî pereyî li sînor xerc bikin, bila ji bo Îdirê xerc bikin. Pêdiviya me bi perwerdehî, kar û bar heye, ne bi dîwarên betonî." Piştî sînorê Sûriyeyê, niha Tirkiye hewl dide ku li ser sînorê xwe yê bi Ermenîstan û Îranê dîwarên betonî lê bike. Dê li ser sînorê ku li Îdir û Agiryê ye, bi blokên betonî yên firehiya wan 2 metre û bilindahiya wan 3 metre ye sînorekî 144 kîlometreyî çêbike. Welatiyên gundê Godeklî, Arathan û Hasanhanê yên Îdirê yên li ser sînorê Ermenîstanê ne, diyar kirin ku ew sînorê betonî naxwazin û wiha gotin: "Ji dêvla ku vî pereyî li sînor xerc bikin, bila ji bo Îdirê xerc bikin. Pêdiviya me bi perwerdehî, kar û bar heye, ne bi dîwarên betonî." Ji niştecihên gundê Arathanê Kubar Ortaoglan anî ziman ku gelê herêmê debara xwe bi şivaniyê dike. Ortaoglan, diyar kir ku divê beriya sînorê betonî pêşanî ya pêdiviyên niştecihên herêmê be û wiha got: "Bi salan e li ser vê xakê, di nav xizaniyê de bêyî ku em bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin dijîn. Ji dêvla ku dîwarê betonî çêbikin, bila aştiyê bînin. Bila fabrikeyan ava bikin. Bila qedexeyên li ser zimanê me rakin. Bi wî pereyê ku li betonê xerc dikin bila pê feqîr û fuqareyan têr bikin." ‘PÊDIVIYA MIROVAN BI MALAN HEYE, NE BI GUMLETÊN BETONÎ' Ji niştecihên gundê Godekliyê Asya Yilmaz (70) a terekeme jî wiha axivî: "Xaniyê ku ez tê de me, ji ber dêhnedayînê hindik maye bi ser min de bê xwarê. Derfetên hêwirandinê ji bo me peyde nakin, lê milyaran li cihên din xerc dikin. Hîn jî mirov di malên kelpîçî de dijîn. Pêdiviya mirovan bi xaniyan heye, ne bi gumletên betonî. Çend roj berê çûm cem qeymeqam. Min jê re got mala min kevn e û kesekî min tune ye. Lê qeymeqam wiha got: 'Tu tenê yî em nikarin xanî ji te re çêbikin.' Min jî jê re got, birayo îjar divê ez di konan de bijîm. Min jê re got, hûn ji kesên ku milyar û trîlyonên wan hene xaniyan çêdikin, ji bo çi hûn xwedî li me dernakevin. Ji dêvla ku hûn vî pereyê li betanonan xerc bikin, alîkariya me bikin." ‘JI BO ÇI VAN DÎWARAN ÇÊDIKIN' Ji gundê Hasanhanê Bariş Çarli yê 17 salî wiha got: "Li gund bi dehan kesên betal hene. Ji bo çi derfetên kar ji bo me peyda nakin? Ji bo çi ji dêvla ku li herêmê veberhênaniyê bikin van dîwarên betonî lê dikin? Pêdiviya me bi kar û bar heye, ne bi blokên betonî. Bila alîkariya min û ciwanên wek min betal bikin." ‘PÊDIVÎ BI PERWERDEHÎ, KAR Û BAR HEYE' Burhan Tebrik ê 18 salî jî wiha axivî: "Bila qadên futbolê ji me re çêbikin. Bila derfetên kar û perwerdehiyê peyda bikin. Pêdiviya me bi kar û bar heye, ne bi dîwarên betonî. Dê çi xêra van dîwarên betonî li me hebe? Dê çi karê me bi sînor hebe? Bi salane em û gelên vir wek malbatekê ne. Sînor li cihên şer lê hebe tên çêkirin. Ma li vir şer heye? Ji bo çi di navbera me de qereqolan çêdikin?" Tebrik, diyar kir ku bêyî sînor jî li ser gelê herêmê tim û tim çewisandinên leşkeriyê hene û wiha got: "Ji ber leşkeran em nikarin biçin gundên derdorê jî. Ciwan nikarin bi motorên xwe jî bigerin. Tim pêşiya me digirin. Bi navê GBT çewisandineke derûnî disepînin. Jiyana me ya li vir ne tu jiyan e."