Duran: Êdî Erdogan çi dijêbe dibe manşet 2017-05-18 09:20:48 STENBOL - Rexnegirê rojnameger-çapemeniyê Ragip Duran, rewşa çapemeniyê nirxand û wiha got: “Berê Wezîrên Serkanên Giştî çi digotin bêyî rastîbûna wê bihata nirxandin derdixistin manşetê. Niha heman pêkanîn berdewam dike. Lê qehreman hat guhertin. Êdî Erdogan çi dibêje dibe manşet.” Di van rojên ku îktîdara siyasî çapemeniyê hedef digire de, Rexnegirê rojnameger-çapemeniyê Ragip Duran, rewşa çapemenî di nav de ye nirxand. Duran, zimanê çapemeniyê yê demên dawî de nirxand û wiha got: “Çapemenî dibe ku tenê behsa çapemeniya serdest a îktîdarê bê kirin. Ji ber ku bûye amûra propagandaya rêxistinê, zimanê wê jî bûye zimanê Erdogan. Lê binêrin gelek daxuyaniyên Serokomar, li van çapemeniyan de derdikevin manşete, bêyî di nava nênokê de binivîsîn wekî ku nêrîna wî ye yan jî ya rojnameyê ye dide. Berê Wezîrên Serkanên Giştî çi digotin bêyî rastîbûna wê bihata nirxandin derdixistin manşetê. Niha heman pêkanîn berdewam dike. Lê qehreman hat guhertin. Êdî Erdogan çi dibêje dibe manşet.” ‘ZIMANÊ TAXÊ…’ Duran, destnîşan kir ev ziman zimanekî êrîşkar û populîste û wiha pêde çû: “Destpêkê kurd û çepgir, piştre li dijî CHP û Cemaeta Gulen, li dijî hemû muxalifan sifatên nerênî, heta digihije çêr û heqaret kirinê, zimanek wiha bikartînin. Ziman îfadeya herî girîng a siyasetê ye. Ya li bin vê zimanê êrîşkar disekine nîşan dide ku li Tirkiyeyê qada siyasî hemû hatiye girtin. Rexneya siyasî bi nîqaş, zanist û fikir tê kirin. Bi bûyerên dîrokî û mînakên navneteweyî tê zengînkirin. Ya li gel me jî uslûbê şerê taxê ye. Zimanê taxê ye.” ‘ÇI HEWCEYA 3 ROJNAMEYÊN HEMAN TIŞTÎ DINIVÎSIN BIKIRÎ’ Duran da zanîn ku dema li rojnameyên girêdayî îktîdarê tê temaşekirin, heman manşet, nûçe û wêneyan dibînin û wiha domand: “Di Argoyê de ji vê re dibêjin ‘Piştî’. Ne hewceye îktîdar ev qas rojnameyan derxîne. Ji ber ku di hemuyan de heman nûçe, lênêrîn û nivîskarên bi heman zihniyete dinivîsin hene. Ji bo xwêneran jî mesrefe. Çi hewceye mirov 3 rojnameyên heman tiştî dibêjin bikire û bixwîne. Ez bawer nakin û berdevkê îktîdarê li hemû rojnameyan geriyane û telîmat dane. Erdogan bi xwe bi van karan re mijûl dibe. Wekî kalên teqawîtbûyî yên li çayxaneyan, hemû aliyên rojnameyê, binwêne, spotan xwend û pişre li Fatîh geriyabû min lome kiribû. Destpêkê mekanîzmeyek wiha hebû. Car carna qeçex jî hebin îktîdarê bi vê rêbazê çapemenî di bin kontrole de hişt û birêve dibir. Di her rojname, çapemenî, ji komîsereke veşartî yê ku ji Rêveberiya Weşana Giştî bêhtir xwedî raye ye hebû. Lê bawerim êdî pêwîstiya wan bi mekanîzmayek wiha nemaye. Ji ber ji TRT’ê bigire heya rojnameya Akîtê, ji Hurriyetê heta Aydinlikê, di hemû çapemeniya qesrê de gelek rêveberên weşana giştî, edîtor, nivîskar û nûçegihanên ku dixwazin xizmeta Erdogan bikin hene. Hinek ji vana bi rastî bi bawerî dikin, hiken ji ber oportunîstiyê hine kî ji ber tirsê bûne Erdoganci… lê hêjmarek mezin a van mirovan, cih û meqamên xwe ne bi sazî û bikêrhatinên xwe, bi saya Erdogan bidestxistine ji ber wê ji gotina wî dernakevin. Ji xwe dernakevin.” ‘DI WELATÊN DEMOKRAT DE ÎKTÎDAR MUXALEFETÊ BI CIDÎ GUHDAR DIKE’ Duran, bi lêv kir ku li cihên derew an lê serwere kesên rastiyan dinivîsin, ji bo îktîdarê talûkeyekî mezinin, divê demildest bên bêalîkirin û wiha got: “Ger wiha nebe dê sextekaraiya çapemeniya hewzê ya bi milyondaolaran hatiye avakirin derbikeve holê. Hemû muxalefetî wekî ‘Gulenbûyîn’ û ‘propagandaya rêxistina terorê kiriye’ tê qebûlkirin. Di bingeh de îktîdar bi riyên dijqanûnî û nerewa de, bi şîdet, bi marîfetên xwe yên polîs û dadgehan hewl dide muxalefetê bêdeng bike. Îktîdarek bê muxalefet bi hemû wateya we nikare bibe îktîdar. Ger îktîdar ji xwe bawer be dê bi şêweyekî rast bersiv bide hemû rexneyên muxalifetê. Ligel me nikare bide. Li welatên demokratîk, îktîdar, bi awayekî cidî guhdarî rexneyên muxalefetê dike, dinirxîne, ger pêwîs bike dê wan nêrînan erênî bibîne û pêk bîne. Qesr gula bê stirî dixwaze. Nabe. Ji ber ku ji xwe stiriya gulê heye.” Duran, anî ziman ku înternet û tora civakî rojanemgerî guhertiye û wiha axivî: “Di navbera Rastiya Heqîqî û Rastiya Medyatîk de şerekî giran tê jiyîn. Divê welatî bi çavekî rexnegir li nûçeyan binêrin û bixwînin.” Sadiye Eser - dihaber