Wesayîta turîstan wergeriya: 18 kes birîndar bûn 2017-05-18 11:41:09 MUGLA - Di riya Mugla û Denîzliyê de wesayîta turîstên rûsî wergeriya. Di qezayê de 18 kest birîndar bûn. Li riya bejayî ya Mugla û Denîzliyê qezaya trafîkê çêbû. Wesayîta ku turîstên rûs ji Bodrumê girtibû dibin Denîzliyê wergeriya. Di qezayê de 2 jê tirk 18 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan ve birin nexweşxaneyan.