Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya zindanan Ozcan hat girtin 2017-05-18 11:49:08 ESKÎŞEHÎR - Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Enqereyê Havva Ozcan jî di navde 6 kes hatin girtin. Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Enqereyê Havva Ozcan jî di navde 6 kesen hatibûn binçavkirin li dadgehê hatin girtin. 6 kesên hatibûn binçavkirin piştî li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin sewqî 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin. Heyetê der barê 6 kesan de bi hinceta “şopandina fîzîkî, qeydên ragihandinê, qeydên hevdîtinên li girtigehê" bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şandin Girtigeha Tîpa H a Eskîşehîrê. Kesên hatin girin wina ne: Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Odunpazari Mustafa Karataş, Rêveberê HDP'ê yê Eskîşehîrê Îzzet Altun, Enver Tek, Nûnera Înîsiyatifa Zindanan Havva Ozcan, xwendekarên Zanîngeha Anadolu D.A û M.B. SÊRT Welatiyên bi navê Tevfik Çetin û kurê wî Necat Çetin ji bo ziyareta Zinar Çetîn ê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê çûbûn Sertê. Tevfik Çetin û kurê wî Necat Çetin di vegerê de hatin binçavkirin. Kur û bav ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.