Li Îzmîrê operasyona Kaypakkaya: 15 kes hatin binçavkirin 2017-05-18 11:49:36 ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji ber salvegera bi îşkenceyê qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya polîsan bi ser malên Partîzan û endamên DHF’ê de girtin. Di serdegirtinan de 15 kes hatin binçavkirin. Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên Partîzan û endamên Federasyona Gelên Demokratîk (DHF) de girtin. Di serdegirtinên li taxa Torbali, Alîaga û Menemenê de 15 kes hatin binçavkirin û hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine midûryeta polîsan a şaxa TEM’ê. Hinceta binçavkirinan jî wekî çalakiyên ji bo salvegera qetilkirina Îbrahîn Kaypakkaya yê di 18’ê Gulana 1973’yan de li girtîgeha Amedê bi îşkenceyê hat qetilkirin hat nîşandan. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin ew kesên k udi 1’ê Guylanê de wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya û rêverên ciwanan hilgirtine ne. Navê hinek kesên hatine binçavkirin wihane: Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Kaan Horoz, Omer Çetîn, Omer Çakmak, Ulaş Şener. Li aliyê din hefteya bihûrî bi hinceta “bîranîna Ulaş Bayraktaroglu” li dijî endamên Partiya Şoreşger, 11 kesên k udi 1’ê Gulanê de wêneyên kesên li dijî DAÎŞ’ê şer kirine û jiyana xwe ji dest dane rakiribûn hatibûn binçavkirin.