Azadiya rojnamegerên girtî hat xwestin: Dê hesabê vî zilmê bê pirsîn 2017-05-18 13:26:28 STENBOL - Malbat û hempîşeyên rojnamgerên girtin li ben Edliyeya Stenbolê ji bo rojnamegerên girtî azadî xwestin. Rojnameger ertugrul Mavîoglu wiha got: "Bêguman rojekî dê hesabê vî zilmê bê pirsîn." Ji bo nivîskar, rêveber û xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê yên 200 roj in girtî ne ji aliyê hempîşe û malbatên wan ve li ber Edliyeya Stenbolê ya lu Çaglayanê daxuyanî hat dayîn. Serokê Giştî yê Sendîkana Basin-Îş a DÎSK'ê Faruk Eren, Sekretera Giştî ya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Sîbel Guneş, Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat, endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), malbatên rojnamegerên girtî û xebatkarên Cumhuriyetê beşdarî daxuyaniyê bûn. Faruk Eren ewil axivî û diyar kir ku rojnameger 200 roj in ji azadiya xwe mehrûm in û wiha axivî: "Em ji bo vê yekê dibêjin du rûyê edaletê. Em rojnameger li vir daxuyaniyê didin ji ber ku hejmara rojnamgerên girtî her diçe zêde dibe." Eren diyar kir ku nêzî 160 rojnameger girtî ne. Sîbel Guneş jî wiha axivî: "Em nikarin xwe îfade bikin. Yên ku xwe îfade dikin jî li girtîgehê ne. Em dixwazin hempîşeyên me yên ku wijdan, aqil û pênûsa xwe ji kesekî re kirê nekirine, ji bo mafê ragihandinê xebitiye bên berdan." Li ser navê malbatê rojnamegeran jî hevsera Akin Atalay, Adalet Dînamît axivî û diyar ku rojnamegerên girtî dê piştî 9 mehan derkevin pêşberî dadgehê û wiha berdewam kir: "Girtin bûne amûrê înfaza bêdaraz. Van înfazên bêdaraz di wijdana raya giştî de birînên ku nayên pêşan vekiriye." 'DÊ HESABÊ ZILMÊ BÊ PIRSÎN' Ertugrul Mavîoglu jî anî ziman ku rojnameger Oguz Guven ji ber sernavekî 55 saniye li ser twitterê maye hatiye girtin ev gelekî komîk e û merhaleya ku gotin bi dawî bûye ye. Mavîoglu wiha axivî: "Hesabê vî zilmê bêguman dê rojekî bê pirsîn. Bimre îstibdat bijî azadî."