Çalakiya Kemal Gun berdewam dike 2017-05-18 15:04:38 DERSIM - Kemal Gun ê 70 salî, ji bo hestiyên kurê xwe bigire 84 roj in çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Gun, diyar kir ku ligel gotin dê cenaze teslîmî wan bikin jî hêj tu kesî tu agahî nedan wî. Gun ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re jî name nivîsand. Kemal Gun ê 70 salî ji bo ku cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê DHKP-C'î yê li geliyê Çet a Dersimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da bigire 84 roj in li Parka Seyîd Riza di greva birçîbûnê de ye. Duh di encama hevdîtinên bi walî û dozger de hatibû diyarkirin ku dê cenaze radestî malbatê bê kirin û sekna Gun a li parkê didome. Kemal Gun got ku heta cenaze dibin wî dê çalakiya xwe bidomîne. Kemal Gun ê ku rewşa tendirûstiya wî xirab dibe diyar kir ku derbarê radestkirina cenaze de tu saziyên fermî agahiyek ne dane û bi wan re neketine nava têkiliyê. Di Gun ê ku ji aliyê tendirûstvanên dildar ve her roj tê kontrol kirin de windakirina kîlo û helîna hestiyan berdeam dike. Gun ê k udi 84 rojan de 15 kîlo dan, helîna hestiyan detpêkir û bi çavê çepê nabîne ji ber nikare bimeşe li ser sandelya bi tekerlik tinînin û dibin. Li aliyê din Kemal Gun ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrtneyê girtiye re nameyek şand.